Hewlêr (Rûdaw) - Li Nîjeryayê hinek kesên çekdar bi ser gundekî de girt û 30 kes kuştin.
Êriş şeva borî li gundê Naridonê yê eyaleta Kadunayê ya li bakurrojavayê Nîjeryayê pêk hat.
Di vê êrişa çekdarî de 30 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Komê bi awayekî bêserûber gule li nav gund reşandin û wan pişt re agir berda xaniyan.
Hat diyarkirin ku jin, zarok û pîr û kal hatine kuştin û birîndarkirin.
Heta niha ti kesî berpirsyariya vê êrişê li xwe negirtiye.
Ji bo fîdyeyê xelkê direvînin
Li Nîjeryayê komên çekdar bi berdewamî êrişî gundan dikin.
Ew kom ji bo fîdyeyê kesan direvînin, malên xelkê talan dikin û êrişan pêk tînin.
Li aliyê din, êrişên Boko Haramê û ISWAPA şaxê DAIŞê yê Afrîkaya Rojava yên li bakurrojhilatê welêt didomin.


