Berpirsekî Amerîkayê ji ber Rûsya û Hemasê diçe Tirkiyeyê

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Brian Nelson
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Musteşarê Xezîneya Amerîkayê yê Berpirsê Îstixbarata Teror û Darayî, bi rojeva cezayên ku li ser Hemas û Rûsyayê hatine sepandin diçe Tirkiyeyê.

Li gorî nûçeya Bloombergê, Musteşarê Xezîneya Amerîkayê yê Berpirsê Îstixbarata Teror û Darayî Brian Nelson bi armanca gotûbêj û bicihkirina cezayên ku li ser Hemas û Rûsyayê hatine sepandin diçe Tirkiyeyê.

Hinek çavkaniyan ji Bloombergê re ragihand ku Brian Nelson dê di serdana xwe ya Enqerê de “ji Tirkiyeyê bixwaze ku pabendî cezayên Amerîkayê yên li ser Rûsya û Hemasê hatine sepandin, bibe.”

Ev serdan di sala 2023yan de dibe serdana duyem a Nelson.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê meha borî bi hinceta ku piştgiriya Hemasê dikin û pereyan didin wê rêxsitinê li ser hejmarek welatiyên Tirkiyeyê ceza sepandibû.

Ji aliyê din ve li gorî nûçeya Financial Timesê, di demên dawî de Tirkiyeyê firotinên kelûpelên leşkerî yên ji Rûsyayê re zêde kirine.

Kompanyayên Rûsyayê jî ji ber cezayên Amerîka û Ewropayê kelûpelên leşkerî yên pêwîst bi rêya kompanyayên Tirkiyeyê dabîn dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst