Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser krîza di navbera Washington û Tehranê de axivî û got, “Îran bi temamî hildiweşe.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Socialê bêyî ku hûrgiliyên zêde bide peyamek belav kir.
Wî di peyama xwe de, wekî daxuyaniyên xwe yên berê yên li ser rewşa aborî û leşkerî ya Tehranê, nivîsî:
"Îran bi temamî hildiweşe!!! Serok DJT."
Roja yekşemê Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent daxuyaniyek da.
Bessent got ku Amerîka li hemberî Îranê ketiye qonaxeke nû.
Wî ev rewş wekî têkbirina kapasîteya leşkerî û nukleerê ya Komara Îslamî ji aliyê birêvebiriya Trump ve pênase kir.
Bessent li ser platforma medyaya civakî ya Xê got:
"Serok Donald Trump şiyanên leşkerî yên Îranê parçe kirin. Wî hema bêje ji sedî 100ê kargehên wan ên leşkerî wêran kir û bernameya wan a nukleer jî bin ax kir."
"Peymana rast"
Serokê Amerîkayê roja înê jî ragihandibû ku ew bawer dike Îran hîn ne amade ye bi Washingtonê re "peymana rast" çêbike.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku tedbîrên aborî yên tund li dijî Tehranê têne sepandin.
Trump ji rojnamegeran re axivî û got, "Ew gelekî dixwazin peymanekê çêbikin lê bi dîtina min ew ji bo peymana rast ne amade ne."
"Enflasyona wan ji sedî 350 ye"
Trump her wiha îdia kir ku rewşa navxweyî ya Îranê gelekî xerab e û wiha domand:
"Pereyê wan nînin, hêzên wan ên deryayî nînin, hêzên wan ên asmanî nînin. Ew meaşê leşkerên xwe nadin, meaşê polîsên xwe nadin. Enflasyona wan ji sedî 350 ye."
Kontrola Tengava Hurmizê
Trump her wiha îdia kir ku Amerîka bi temamî kontrola herêma derdora Tengava Hurmizê di destê xwe de digire.
Ev herêm rêyeke avî ya gelekî girîng e û beşeke bejahî ya li başûrê Îranê jî li xwe digire.
Washington û Tehranê meha hezîranê peymanek îmze kiribû.
Di peymanê de bangî rawestandina dijminatiyê û destpêkirina veguhastina deryayî ya di Tengava Hurmizê re dihat kirin.
Lê belê ew peyman piştre ji ber nakokiyên li ser şertên bicihkirinê û paşeroja keştiyên di rêya avî de têk çû.
Şer û pevçûn dawiya meha sibatê bi êrişeke Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kiribû.
Tehranê jî wekî bersiv êrişî armancên li Îsraîlê û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê kir.



