Spanya naxwaze koçberan dersînor bike

23 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Hinek koçberên ku gihiştine Spanyayê / Wêne: EPA-EFE/CARLOS DE SAA-Arşîv
Hinek koçberên ku gihiştine Spanyayê / Wêne: EPA-EFE/CARLOS DE SAA-Arşîv
Nîşan Spanya Koçber Dersînorkirin Enregrekirin
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Ewropayê bi giştî li beramberî koçberan hinek helwestên tund hene lê hinek welat hene ku xwedî nêrînên nermtir in.

Spanya yek ji wan welatan e ku dixwaze piştgiriyê bide koçberan.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez diyar kir ku divê Ewropa ne li ser dûrxistina koçberan, li ser entegrekirina wan a nav civakê bixebite.

Pedro Sanchez li Parlamnetoya Spanyayê li ser mijarê wiha axivî:

“Meseleya koçberiyê tenê ne pirsgirêkeke mirovî ye, her wiha pêwîstiyeke jî bo geşbûna aborî û ji bo aborî demekeke dirêj saxlem bimîne jî pêwîstiyek e.”

Pedro Sanchez diyar kir ku divê koçber bi awayekî baş werin îdarekirin.

Berdevka Hikûmeta Spanyayê Pilar Alegriayê jî amaje pê kiribû ku Spanya hewl dide koçberan îdare bike, ne ku wan biqewitîne.

Pilar Alegriayê diyar kiribû ku balafirgeheke li nêzîkî Madrîde tê valakirin û dê wê bikin kampa koçberan.

Spanya cîranê wan welatên Yekîtiya Ewropayê ye ku gelek koçberên ji Mexrib, Cezayîr û Tûnisê diçin wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst