Gordana Siljanovska: Zarokên li Ukrayna û Xezeyê jiyaneke baş heq dikin

3 demjimêr berê
Diyar Kurde
Nîşan Serokkomara Makedonyaya Bakur Gordana Siljanovska-Davkova Şer Ukrayna Xeze
A+ A-

New York (Rûdaw) - Serokkomara Makedonyaya Bakur Gordana Siljanovska-Davkovayê got, “Zarokên li Ukrayna û Xezeyê jî wekî me jiyaneke birêkûpêk heq dikin.”

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanên Rûdawê Diyar Kurde û Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzin.

Serokkomara Makedonyaya Bakur Gordana Siljanovska-Davkova pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Gordana Siljanovska-Davkovayê destnîşan kir ku wê di civînê de behsa şerê Rûsya û Ukraynayê û şerê li Rojhilata Navîn kiriye û li pey çû:

“Min şerê li Xezeyê û tabloya Guernicayê ya Pablo Picasso dan ber dev.

Min jî cihanê xwest hewl bidin ji bo ku dad û aştî di dema herî zû de werin.

Bi ya min baş e ku cîhaneke me ya Kantyanîst (Felsefeya Kant xwe dispêre aqil) hebe ne Machiavellîst (Felsefeya Machiavelli dibêje ‘Ji bo gihiştina armancê hemû rê meqûl in).”

“Ew jî wekî me jiyaneke birêkûpêk heq dikin”

Serokkomara Makedonyaya Bakur diyar kir ku hiş û aqilê wê li Ukrayna û Xezeyê ye û got:

“Min xwest ew tiştên ku li hemberî zarok, jin û bêsûcan tên kirin rawestin çimkî ew jî wekî me jiyaneke birêkûpêk heq dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst