Nêçîrvan Barzanî: Almanya dixwaze peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike

26-06-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz civiyan û piştî civînê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz civiyan û piştî civînê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Almanya Olaf Scholz Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinên xwe yên li Almanyayê  weke "girîng" da zanîn û got, ku Almanya dixwaze peywendîyên xwe yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re bihêztir bike. Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Bexdayê heta niha jî  gavên pêwîst ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê neavêtiye.”

Serokê Herêma Kurdistanê îro Duşemê 26ê Hezîrana 2023yan bi serdanake fermî li Almanyaê bû û piştî hevdîtinên ligel Wezîrê Dewletê yê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Tobias Lindener, Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Hikûmeta Federal a Almanyayê Sevinia Schultz û Sekretera Dewletê ya Wezareta Karûbarên Aborî û Keşûhewayê ya Almanyayê Dr. Franziska Brantner bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re civiya.

Mijarên hevdîtinê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Berlînê, piştî hevdîtina xwe ya bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re axivî û behsa hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Almanî re jî kir û got: "Tişta girîng ji bo me her duyan ew bû ku em li ser çawaniya baştirkirina peywendiyên xwe yên aborî û siyasî axifin û min daxwaz ji [Şêwirmendê Almanyayê] kir ku serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin. Ew jî gelek girîngiyê bi têkiliyên Almanyayê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re dide."

Serdan li ser daxwaza Schulz bû

Derbarê hevdîtina bi Olaf Schulz re Nêçîrvan Barzanî got: “Serdana me ya Berlînê li ser daxwaza Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz bû, me îro êvarê hevdîtineke baş kir, di wê kombûnê de me behsa mijarên hevbeş ên navbera Herêma kurdistanê û Almanayê kir û herwiha me behsa peywendiyên Iraqê yên bi Almanayê re kir.”

 

Bexda ji hevdîtinan agahdar e

Nêçîrvan Barzanî got: “Ev serdanên yên bo Almanyayê bi hemahengî li gel Serokwezîrê Iraqê bûn, balyozê Iraqê jî beşdarî di hemû kombûnan de kir û em wek tîm axivîn û ez bawer nakim Bexda arîşeyan ji bo van hevdîtinan dirist bike.”

Hinardekirina petrola Kurdistanê

Têkildarî wan astengiyên li ser hinardekirina petrola Kerêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ev mijar beşek peywendî bi Bexdayê û beşek peywendî  bi Tirkiyê re heye got: “Lêbelê bi rastî jî mixabin heta niha jî  Bexdayê pêngavên pêwîst ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrolê neavêtine.”

Piştî civînê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di twîttekî de nivîsiye: "Bi şanazim ku îro li Berlînê me bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re hevdîtin pêk anî. Me nerînên xwe yên derbarê xurtkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên bi Almanyayê re bi hev re parve kirin. Her wiha spasiyên xwe ji bo piştgiriya Almanyayê ya di demên zehmet ên çend salên dawî de dikim.”

Peywendiyên PDK û YNKê

Derbarê pirsgirêkên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî de Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsekê da û got: “Peywendî xerab in, lêbelê ne gelek. Niha em em li vir in, kombûna YNK û PDK berdewam e. Ez hêvîdar im ku ev ehvdîtin berdewam bin û bigihêjin encamekê. Helbet bi hev re û yek bin pêgeha Herêma kurdistanê li nav û derve jî bihêztir dibe.”

Têkiliyên bi Almanyayê re

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku Almanya di rojên dijwar de li kêleka Herêma Kurdistanê rawestiyaye û got: “Almanyayê alîkariya leşkerî, mirovî û aborî kir. Îro serokwezîr (Scholz) tekez kir ku ew bi biryar in di her warî de piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di hevdîtinê de mijara "têkoşîna li dijî DAIŞê" jî hatiye rojevê û got, "Me diyar kir ku metirsiya DAIŞê hêj berdewam dike û got: “Her wiha me piştrast kir ku di rewşa niha ya şerê li dijî DAIŞê de pêwîstiya Iraqê bi piştevaniyê heye.”

Têkiliyên bi Tirkiyeyê re

Li ser pirsa têkiliyên piştî hilbijartinan bi Tirkiyê re jî Nêçîrvan Barzanî got, “Berî niha û niha jî pêwendiyên me bi Tirkiyê re baş in. Em hêvîdar in ku peywendiyên Iraq û Tirkiyê jî roj bi roj baştir bibin.”

Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê

Li ser pirsekekê ya derbarê hebûna leşkerî ya Amerîka li Iraqê û nakokiyên navbera aliyên Iraqî de jî Nêçîrvan Barzanî got: “Di çarçoveya peymana bi Iraqê re kiriye Amerîka li wir e. Di navbera Amerîka û Iraqê de peymaneke stratejîk heye û di vê çarçoveyê de leşkerên Amerîkayê li Iraqê ne. Herwiha em di wê baweriyê de ne ku di rewşa niha ya Bexdayê de pêwîstiya Iraqê bi piştevaniya navdewletî û Amerîkayê wek hevpeyman heye. Heta niha hemû aliyên Iraqî li ser wê yekê razî bûn ku ev alîkarî berdewam bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst