Îlham Ehmed li Kongrêsa Amerîkayê: Tirkiyê çekên qedexekirî bikar anîn

23-10-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûaw) – Seroka Desteya Rêveber a Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) birêve diçe li Kongrêsa Amerîkayê ragihand, “Tirkiyê çekên qedexekirî bikar anîn.”

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed li Kongresa Amerîkayê derbarê êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar bo ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha dawîn pêşhatên li navçeyên Kurdî û kiryarên çekdarên ser bi Tirkiyê ve gotarek pêşkêş kir.

Îlham Ehmed piştî pêşkêşkirina spasiyên xwe bo Kongresê, bibîr xist ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji sedî 30 ji xaka Sûriyê ji DAIŞê rizgar kir û ragihand, “Di şerê li dijî DAIŞê me 11 hezar şehîd dan.”

Di dewama gotara xwe de Îlham Ehmed tekez kir ku li Rojavayê Kurdistanê hemû olan bi azadî jiyana xwe dikir û ragihand, “Çekdarên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike tawan encam dan. Rewşeke metirsîdar heye ku ewlekariya cîhanê û Amerîka têkeve jêr metirsiyê. Kesê ku teqîna New Yorkê kir li cem me girtî ye.”

Seroka Desteya Rêveber a MSDê derbarê kiryarên çekdarên ku Tirkiye piştevaniya wan dike jî got, “Çekdaran sivikatî bi cenazeyê şervaneke me kir. Çekdarên êrîşkar siloganên DAIŞê hildidin. Siyasetmedarên me hatin kuştin. Têkiliyeke me ya baş ligel Amerîkayê hebû . Sozên berpirsên Amerîkî ji me re hebûn. Me dizanî ku Amerîka nahêle êrîş li dijî herêma me bê encamdan.”

Îlham Ehmed herwiha destnîşan kir ku Tirkiyê çekên qedexekirî bikar anîne û got, “Gaza kîmawî li dijî me hate bikaranîn. Me gelekî xwest li pêşiya vî şerî bê rawestandin. 120 km dirêjayî û 23 km kûrahî Tirkiyê ji xaka me dagîr kiriye. Me hêvî nedikir ku wiha bibe. Me herêma Mekanîzmaya Ewlekariyê pêk anî.”

Îlham Ehmed wêneyê zarokê birîndarê çekê fosforî  û wêneyên qurbaniyên din ên êrişa Tirkiyê li Kongresê nîşan dan û Kongresa Amerîkayê jî daxwaza wergirtina wêneyên qurbaniyan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst