Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da ku di gaveke ku kêm dîtin a protokolî de bi xwe biçe balafirgehê û Serokê Çînê Xi Jinping pêşwazî bike.
Ev pêşwazî dê dema gihîştina Xi Jinping a Washingtonê pêk were ku ji bo serdaneke fermî û lidarxistina lûtkeya dualî diçe Amerîkayê.
Berpirsekî Amerîkayî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji AFPyê re ragihand ku Trump dê li Baregeha Hevpar a Leşkerî ya Andrewsa li nêzîkî Washingtonê amade be.
Tê çaverêkirin ku balafira Xi Jinping roja çarşema bê derdora saet 16:00an bi dema Amerîkayê (saet 23:00an bi dema Hewlêrê) li wê baregehê dakeve.
Di protokola dîplomatîk a Amerîkayê de gelekî kêm e ku serok bi xwe biçe balafirgehê ji bo pêşwazîkirina serkirdeyê welatekî biyanî.
Merasîmên fermî yên pêşwazîkirinê bi piranî li baxçeyê Koşka Spî bi rê ve diçin.
Ev gava Trump wekî nîşaneke zelal tê dîtin ku girîngiyeke taybet dide serdana Xi Jinping.
Her wiha hewlek e ji bo afirandina atmosfereke erênî beriya destpêkirina dan û standinên dijwar ên di navbera her du zilhêzan de.
Çend mînakên dîrokî hene ku serokekî Amerîkayê bi xwe çûye balafirgehê yan baregeheke leşkerî ji bo pêşwaziya serkirdeyekî biyanî:
- Sala 1957an, Dwight Eisenhower çû Balafirgeha Neteweyî ya Washingtonê ji bo pêşwaziya Şahê Erebistana Siûdî.
- Di heman salê de Eisenhower heman tişt ji bo Serokê Vietnama Başûr Ngo Dinh Diem jî kir.
- Sala 1959an, Eisenhower li Baregeha Hewayî ya Andrewsê Serokwezîrê Yekîtiya Sovyetê Nikita Khrushchev pêşwazî kir.
- Her wiha sala 2015an, Barack Obama bi xwe çû Baregeha Hevpar a Leşkerî ya Andrewsê ji bo pêşwazîkirina Papa Franciscus.
Mijarên sereke yên li ber destê her du serkirdeyan
Serdana fermî ya Serokê Çînê di demekê de pêk tê ku pêwendiyên her du welatan di qonaxeke hestyar re derbas dibin.
Bi taybetî mijarên hevrikiya bazirganiyê, bacên gumrikê û teknolojiya hişê çêkirî di rojeva hevdîtinê de ne.
Di çarçoveya rewşa herêmî de jî şerê li Rojhilata Navîn û pêwendiyên nêzîk ên Pekînê yên bi Tehranê re mijarên sereke yên gotûbêjan in.
Washington dixwaze bi rêya vê hevdîtinê bandora Çînê ji bo kêmkirina aloziyan bi kar bîne.
Trump di daxuyaniyên xwe yên dawî de behsa wê yekê kiribû ku pêwendiyeke wî ya baş bi Xi Jinping re heye.
Trump hewl daye rageşiya zimanî ya di navbera wan de kêm bike da ku zemîna peymanekê amade bibe.
Koşka Spî dixwaze vê pêşwaziya taybet a li balafirgehê bike derfetek ji bo piştrastkirina Pekînê.
Armanc ew e ku her du welat li ser aramiya aboriya cîhanê û rêlibergirtina pevçûnên leşkerî yên li herêmên hestyar bigihêjin têgihîştineke hevpar.



