Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe ya di Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand ku ew dê bi hemû derfetên xwe piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî û aram a ku ti "rêxistinên terorî" tê de nebin, bikin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Konseya 80emîn a Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotarek pêşkêş kir û derbarê mijarên di rojeva cîhanî û herêmî de axivî.
Erdogan di beşeke girîng a gotara xwe de bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê û got:
“Li Xezeyê zêdetirî 700 roj in li ber çavên me qirkirin didome.
Di vê dema ku em di civînê de ne jî li Xezeyê sivîl tên kuştin.”
Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku hejmara sivîlên ku li Xezeyê hatine kuştin ji 65 hezar kesî derbas bûye û anî ziman:
“Nayê zanîn ka çend cenaze di bin kavilan de ne.
Zêdetirî 20 hezar kesên ku mirine zarok in.
Li Xezeyê di 23 mehên dawî de her saetekê zarokek bi awayekî bêrehm tê kuştin.”
“Şirîkê komkujiyê ne”
Serokkomarê Tirkiyeyê behsa hewlên welatan ên naskirina dewleta Filistînê kir û da zanîn:
“Ez spasiya wan welatan dikim ku Filistînê nas dikin.
Ez bangî wan welatên ku heta niha Filistîn nasnekirine jî dikim ku heman gavê bavêjin.”
Erdogan ragihand ku Îsraîl ji bilî Filistînê êrişî Sûriye, Libnan, Îran û Yemenê jî dike û got:
“Îsraîl bi tena serê xwe gefê li aştiya herêmê dixwe.
Niyeta Netanyahu nîne ku aştiyê pêk bîne û dîlan azad bike.
Divê demildest li Xezeyê agirbest bê ragihandin.
Yên ku li hemberî Îsraîlê deng dernaxin şirîkê komkujiyê ne.”
Recep Tayyîp Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi rewşa Sûriyeyê jî da û anî ziman:
“Ew zilma ku bûye sedema mirina milyonek mirovî û koçberiya bi milyonan kesên din, bi şoreşa 8ê Kanûna Pêşîn bi dawî hat.
Birayên me yên Sûriyeyî ji 8ê Kanûna Pêşîn û vir ve deriyê serdemeke nû vekiriye û ez bawer dikim ku dê vê serkeftina xwe ya ku bi berdêlên giran bi dest xistine, bigihînin armancê.”
“Em dê piştgiriya Sûriyeyê bikin”
Serokkomarê Tirkiyeyê tekezî li piştgiriya birêvebiriya nû ya Sûriyeyê jî kir û da zanîn:
“Em dê bi hemû derfetên xwe piştgiriya Sûriyeyeke aram, ewle û ku DAIŞ jî di nav de ti rêxistinên terorî lê nebin, bikin.”
Erdogan behsa pirsgirêka atomî ya Îranê jî kir û got:
“Em hêvî dikin ku dosyeya atomî ya li gel cîrana me Îranê jî demildest bi rêya gotûbêjê bê çareserkirin.
Divê neyê jibîrkirin ku herêma me nikare krîzeke din rake.”
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha ragihand ku aramî, ewlehî û xweşguzeraniya cîrana wan Îraqê jî gelekî girîng e û got:
“Ji ber vê yekê em gelekî girîngiyê didin gavên stratejîk ên wekî Projeya Rêya Bipêşketinê ku armanca wê ya sereke xweşguzeraniya kolektîf e.”



