Li Yunanistanê belemeke koçberan bin av bû: 25 kes winda ne!

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan Yunanistan Samos Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî girava Samosê ya Yunanistanê belemeke 33 koçber lê bûn bin av bû, heta niha 5 kes hatine rizgarkirin.

Nûnerê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Pêşrew Ebdullah ji Rûdawê re ragihand ku danê sibehê belemeke koçberan a ku 33 kes lê bûn li nêzîkî girava Samosê ya Yunanistanê bin av bûye.

Nûnerê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Pêşrew Ebdullah got:

“Li gorî zanyariyên me û berpirsên Yunanistanê, îro saet 09:30an li nêzîkî girava Samosê belemeke koçberan ku ji Tirkiyeyê diçûye Yunanistanê bin av bûye û hejmarek rêwî mirine.”

Pêşrew Ebdullah diyar kir, hêzên ewlehiyê yên Yunanistanê çûne cihê bûyerê û ji 33 rêwiyan 5 kes rizgar kirine û termê 3 kesan ku hemû jin in ji deryayê derxistine.

Pêşrew Ebdullah her wiha da zanîn ku polîs bi helîkopterê li 25 kesên din digerin.

Pêşrew Ebdullah guman dike, beşek ji rêwiyên belema binavbûyî Kurd bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst