Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Zelaliyê ya Navneteweyî, Endeksa Têgihîştina Gendeliyê ya sala 2025an belav kir.
Li gorî raporê, gendeliya di beşa giştî de li seranserî cîhanê gihîştiye asta herî xirab a 10 salên dawî.
Tirkiye bi 31 xalan, di nav 182 welatan de ketiye rêza 124an.
Di demekê de ku Danîmarka di lûtkeyê de ye, ketina Amerîkayê ya asteke herî nizm a dîroka xwe, balê dikişîne.
Rewşa Tirkiyeyê reşbîn e
Li ser Tirkiyeyê encamên endeksê reşbîn in.
Li gorî nexşeya Visual Capitalist, Tirkiyeyê ji 100 xalan tenê 31 xal wergirt û di rêza 124an de ma.
Tirkiye bi vê encamê, hem li pişt navîniya cîhanî (42 xal) hem jî li pişt hevrikên xwe yên herêmî ma.
Di nexşeyê de Tirkiye di kategoriya welatên reng-tarî de cih digire ku wekî "pirsgirêkên wan giran in" (asta 0-39 xalî) tên binavkirin.
Welatên mîna Belarus, Cîbutî, Moxolistan û Nîjerê di heman asta Tirkiyeyê de ne.
Navîniya cîhanê daketiye 42 xalan
Sala 2025an navîniya cîhanî daketiye 42 xalan.
Ev yek, di 10 salên dawî de wekî "bipaşketina herî berbiçav" a di têgihîştina gendeliya cîhanî de hatiye pênasekirin.
Zêdetirî du ji sêya welatan nikaribû bigihêje 50 xalî.
Ev tablo nîşan dide ku di asta gerdûnî de têkoşîna li dijî gendeliyê xitimiye û li gelek welatan rewş ber bi xirabûnê ve diçe.
Rêxistina Zelaliyê (Transparency International) hişyariyê dide ku gendelî ne tenê talankirina çavkaniyên gel e, ew rasterast bandoreke neyînî li tenduristî, binesazî, amadehiyên karesatan û hêviyên paşerojê yên ciwanan dike.
Welatên herî paqij û herî xirab
Di serê lîsteyê de bi 89 xalan Danîmarka heye, li pey wê bi 88 xalan Fînlanda û bi 84 xalan Sîngapur tê.
New Zelanda û Norwec bi 81 xalan, Swêd û Swîsre jî bi 80 xalan di nav welatên herî "paqij" de cih digirin.
Welatên rojavayê Ewropayê piraniya 10 rêzên pêşîn dagir kirine lê tevî vê yekê jî di navîniya xalên Ewropayê de di salên dawî de daketinek tê dîtin.
Di binê lîsteyê de ew welat hene ku ji ber şer, nearamiya siyasî û lawaziya saziyan dinalin.
Sudana Başûr û Somalî bi 9 xalan di rêzên herî dawî de ne.
Venezuela jî bi 10 xalan bû yek ji welatên ku herî zêde tê de gendelî tê kirin.
Her wiha Lîbya, Sudan, Kongoya Demokratîk, Rûsya, Îran û Efxanistan jî bi xalên xwe yên kêm balê dikişînin.
Amerîka di asta herî nizm de ye
Amerîka bi 64 xalan di rêza 29an de ma.
Ev encam ji bo Amerîkayê di dîroka endeksê de yek ji xalên herî nizm e.
Welatên mîna Kanada (75), Almanya (77) û Japonya (71) di astên bilind de man.
Li aliyê din, Çînê 43, Hindistanê 39, Rûsyayê 22 û Îranê 23 xal wergirtin.
Girîngiya daraza serbixwe
Ev endeks tenê "têgihîştina" gendeliya di beşa giştî de dipîve loma welatên xwedî xalên bilind her tim ne "bêqisûr" in.
Rêxistina Zelaliyê destnîşan dike ku gelek welatên di serê lîsteyê de, di mijara "spîkirina pereyên reş" û parastina fonên neyasayî de hîn jî roleke xirab dilîzin.
Di raporê de tê gotin ku ji bo têkbirina gendeliyê, hebûna darazeke serbixwe, medyaya azad û civaka sivîl mecbûrî ye.
Li gelek welatan, ji ber ku qada xebatê ya rojnameger û saziyên sivîl tê tengkirin, gendelî hêsantir belav dibe.
Sazî pêşniyar dike ku ji bo pêşîlêgirtina gendeliyê divê pergalên dadgeriyê werin xurtkirin û zelaliya di fînansekirina hilbijartinan de were parastin.
