KYIV - Di nava rojekê de bi dehan dron hatin xistin: ‘Aştiyê naxwaze’

23-03-2025
Dilniya Rehman
Kyiv / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Kyiv / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Kyiv Rûsya Ukrayna Şer
A+ A-

Kyiv (Rûdaw) – Artêşa Rûsyayê di nava 24 saetan de bi dehan dronan êrişî Kyiva paytexta Ukraynayê kir.

Artêşa Ukraynayê bi dehan dron xistin lê ji wan hinek li avahiyan û nava bajêr ketin û 4 kes birîndar bûn.

Tiştê ku di destpêka vîdeoyê de xuya dike, bermahiya êrişeke dronî ya li bajarê Kyivê ye.

Dronek li nêzîkî baxçeyê zarokan ê keça Dennisê ya 4 salî ket û ev yek wî gelekî ew aciz dike.

Dennis Galakayê şêniyê Kyivê li ser kêliya ketina dron anî ziman:

“Em li vê derdorê dimeşiyan, min tenê xwest ku sibeheke xweş a şemiyê derbas bikin lê ji nişka ve min dît ku 50 metre wêdetir li baxçeyê zarokan avahiyek ji ber ketina drona Rûsî zerer dîtiye.

Divê Rûsya dev ji êrişên li ser me berde, ev gelekî sade ye. Ti sedem nînin ku ev tişt biqewime.”

Piştî guftûgoyeke dirêj, Serokê Ukraynayê û Rûsyayê li hev kir ku bingehên hêza elektrîkê nekin armanc lê êrişên her du welatan jî berdewam in.

Şeva borî 217 dron ber bi Ukraynayê û 47 dron ber bi Rûsyayê ve hatine şandin.

Zererên madî yên her du aliyan zêde bûn.

“Aştiyê naxwaze”

Leşkerekî Ukraynî yê bi navê Oleg li ser rêkeftina Rûsya û Ukraynayê anî ziman:

“Ez bawer nakim ku ev rêkeftin serkeftî be, ji ber ku aliyê beramber di vê demê de aştiyê naxwaze.

Bi giştî Serok Trump û serokê din ku ez naxwazim navê wî bînim, ez karim bibêjim ku em wan cidî nagirin.”

Li herêmên sînorî û li eniyên pêş rewşa şer wekî berê ye û rojane kuştî û birîndar hene.

Michail Samusê şirovekarê leşkerî jî da zanîn:

“Pêvajoya siyasî û guftûgo bandorê li qada şer dike. Putin hewl dide helwesteke bihêz nîşan bide, li hemberî vê hêzên Ukraynayê westiyane û li hin cihên eniyên pêş hejmara wan kêm bûye.

Li hin cihan hewl didin êrişên berovajî bikin, wekî mînak li Bokrusfk.

Eger hûn li nexşeyê binêrin, wan hin erd bi dest xistine, bi taybetî ew deverên ku ji aliyê taktîkî ve girîng in.”

Tê plankirin ku roja 24ê mehê gereke nû ya guftûgoyan di navbera Amerîka û Ukraynayê de li Erebistana Siûdî û piştre bi Rûsyayê re dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst