'Hûrgiliya Tirkiyeyê' di êrişa li Moskowê de

23-03-2024
RÛDAW
Nîşan Êrişa Moskowê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îstixbarata Rûsyayê ragihand ku wan 11 kes bi tohmeta ku destê wan di êrişa şeva borî ya li Moskowê de heye desteser kirine.

Hat ragihandin ku li gorî îtirafên girtiyekî, êrişkar ji Tirkiyeyê çûne Rûsyayê.

Li Moskowa paytexta Rûsyayê doh êvarê li saloneke konserê êrişa çekdarî hat kirin.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrişa li Moskowê de hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye bûye 115 kes.

Rêveberê Servîsa Parastina Neteweyî ya Federal a Rûsyayê (Rosgvardiya) Alexander Bortnikov ragihand ku 11 kes bi tohmeta êrişa çekdarî ya şeva borî ya li Moskowê hatine desteserkirin ku 4 ji wan êrişkar bûne.

Bortnikov zanyariyên zêdetir nedan lê Komîteya Lêkolînê ya Êrişê di daxuyaniyekê de da zanîn ku 4 kes li Bryanska li rojavayê Moskowê ku dikeve ser sînorê Ukrayna û Belarusê hatine girtin.

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê Interfaxê ji zarê rayedarên îstixbaratê ragihand ku ew 4 kes ber bi Ukraynayê ve diçûne û tê îdiakirin ku pêwendiya wan bi kesên li wî welatî re hebûye.

Rayedarên Ukraynayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ti pêwendiya wan bi êrişê re nîne.

Li aliyê din li ser torên civakî vîdeoyek hatiye belavkirin ku tê gotin ew yek ji wan 4 êrişkaran e û tê xwestin ku li xwe mikur were.

Ew kes dide zanîn ku ew 4ê Adarê ji Tirkiyeyê derbasî Rûsyayê bûne.

Kesê ku li xwe mikur tê anî ziman, ji wan hatiye xwestin ku hemû kesên li salonê bikujin û di berdêla wê de soza milyonek rubleyên Rûsî hatiye dayîn ku nîvê wê berî êrişê û nîvê din jî piştî êrişê dê wergirin.

DAIŞê girt ser xwe

DAIŞê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe û îdia kir ku çekdarên wan ew êrişa li salona Krasnogorskê ya konserê ya Moskowê pêk aniye.

DAIŞê derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û got:

“Çekdarên Dewleta Îslamî li bajarê Krasnogorskê yê li derdora Moskowa paytexta Rûsyayê êrişî civateke mezin a Xirîstiyan kir, bi sedan kes kuştin û birîndar kirin û wêraniyeke mezin pêk aniye û vegeriyane baregehên xwe.”

Êrişa li Moskowê

Li salona konserê ya bi navê Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê êvara 22yê Adarê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, tê dîtin êrişkarên bikamûflaj li salona konserê guleyan direşînin.

Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê ragihandibû ku li gorî zanyariyên destpêkê, di êrişa terorîstî de 40 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsyayê Mikhail Murashko ragihand ku 115 kes birîndar bûne ku birînên 60 kesî ji wan giran in.

Li ser banê salona konserê şewat derket û bi sedan tîm ji bo vemirandina şewatê çûn cihê bûyerê.

Li Moskowê hemû çalakiyên gel ên dawiya hefteyê hatin betalkirin.

Herwiha ji bo lêkolîna êrişa terorî grûpeke lêkolînê hatiye avakirin.

Li aliyê din Servîsa Parastina Neteweyî ya Federal a Rûsyayê (Rosgvardiya) ragihand ku operasyona girtina kesên ku êrişa çekdarî pêk aniye dewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst