Trump: Îran hewl dide tûndûtîjiya li hember xwepêşanderan veşêre

22-11-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Îran Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê, Donald Trump rexne li serederiya hikûmeta Îranê li hember xwepêşanderên li wî welatî girt û ragihand, Îran bi qutkirina internêtê hewl dide “tundûtîjiya mezin” veşêre.

Di yekemîn karvedana xwe de li hember xwepêşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistan, Donald Trump twittek avêt û têde dibêje, ew tundûtîjiya ku Îranê encam daye, dê ji bo cîhanê zelal bibe.

Trump dibêje: “Îran ewqasî ne aram bûye ku rejêma wê hemû sîstema internetê qut kiriye, ji bo ku xelkê mezin ê Îranê derbarê wan tundûtîjiyan de neaxivin ku li welatê wan rûdidin.”

Serokê Amerîka herweha gotiye, berpirsên Îranê naxwazin ti zdelaliyek di welatê wan de hebe, bi vî awayî difikirin ku ew kuştin û trajedî ji cîhanê re eşkere nabe ku Îranê encam daye.

Ew dema heftiyekê ye li ji ber biryara hikûmetê ya derbarê girankirina buhayê benzînê de, xwepêşandanên nerazîbûnê li piraniya bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye û hêzên ewlehiyê yên wî welatî jî bi tundî rûbirûyê xelkê xwepêşander bûne û li gor hin dîmenên vîdeoyî hejmarek kes jî ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin.

Îranê herwiha ji bo ku rê li belavbûna zanyarî, wêne û vîdeoyên derbarê xwepêşandanê de, ji roja Şemiyê ve hêlên internetê li seranserê wî welatî qut kiriye.

Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de heta niha ti amarake dirist û piştrastkirî nehatiye ragihandin, lê belê Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) pêr di daxuyaniyekê de ragihand, li gor zanyariyên li ber destê wan li 21 bajarên Îranê herî kêm 106 kes ji xwepêşanderan ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatine kuştin.

Amnesty tevî wê yekê daye xuyakirin, ji ber ku hêlên internetê li Îranê bi temamî hatine qutkirin û zanyarî ji navxweyê Îranê dernakevin derve, ew guman dikin ku hejmara kuştiyan gelek zêdetir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst