Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya Ewropayê ya ENKSyê bangî Kurdên li diyasporaya Ewropayê kir ku beşdarî xwenîşandanên ku dê li Almanyayê werin lidarxistin nebin.
Nûnertiya Ewropayê ya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser Facebookê derbarê xwenîşandanên ku biryar e 31ê Çiriya Pêşîn li Almanyayê û pişt re li çend welatên din ên Ewropayê werin lidarxistin daxuyaniyek belav kir.
ENKSyê di daxuyaniya xwe de xwest ku Kurdên li diyasporayê beşdarî wan xwenîşandanan nebin ku hinek aliyên siyasî yên Ewropayê banga wan dikin.
"Ji bo parastina destkeftan"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev bang ji bo parastina berjewendî û destkeftên Kurdan a li Ewropayê û rêlibergirtina bandorên neyînî yên li ser rewşa civaka Kurdan a li derveyî welêt hatiye dayîn.
Nûnertiya ENKSyê ya Ewropayê di daxuyaniya xwe de got:
"Em qedr û qîmet didin wan derfetên ku welatên Ewropayê, bi taybetî jî Almanyayê, ji bo gelê me di warê ewlehî, aramî, derfetên kar, perwerde, azadî û parastina nasnameya neteweyî û çandî de dabîn kirine.
Em tekezî li ser girîngiya parastina van destkeftan û xurtkirina pêwendiyên xwe yên erênî yên bi civakên Ewropayê re dikin."
"Yekrêziya xwe biparêzin"
ENKSyê bangî hemû Kurdên li Ewropayê kir ku bi hestyariyeke mezin tevbigerin û pê de çû:
"Em bangî gelê xwe yê li diyasporayê dikin ku bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin, berjewendiya giştî derxin pêş û yekrêziya navmala Kurdan biparêzin da ku ev xizmeta doza me ya rewa û berjewendiyên gelê me yê li diyasporayê bike."



