Hevdîtina şanoyê li Almanyayê tê sazkirin

22-06-2024
Hêmin Ebdullah
Rizgar Munzir bû mêhvanê Hêmin Ebdulah / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rizgar Munzir bû mêhvanê Hêmin Ebdulah / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şano Kurdî Almanya Diyaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Rojên pêşiya me dê li Almanyayê li ser şanoyê hevdîtineke taybet bê sazkirin.

Hevdîtina Şanoya Kurdî ya Diyasporayê dê bi sernavê “Bîranînên vegotinê…Vegera li welêt a ji bo Şanoyê" were lidarxistin.

Birêvebirê Hunerî yê Koma Kabarêta Kurdî û Organîzatorê Hevdîtinê Rizgar Munzir li studyoyê bû mêvanê Diyasporayê.

Rizgar Munzir got ku Koma Kabarêta Kurdî serkariya hevdîtinê dike û ew kom 4 sal berê li Almanyayê hatiye damezirandin û bi awayekî çalak karê xwe dike.

“Me dixwest ku hejmara şanoyên ji Kurdistanê zêdetir be”

Rizgar Munzir wiha behsa naveroka hevdîtina şanoyê kir:

“Serkêşî û bûyerek e ku dê 3 şano tê de bên nîşandan.

Yek ji wan li Kelarê û her duyên din jî dê li vir bên nîşandan.

Me dixwest ku hejmara şanoyên ji Kurdistanê zêdetir be lê ji ber nebûna vîzeyê me nekarî.”

Çalakî dê li bajarê Halleyê yê Almanyayê bê lidarxistin û dê sê rojan bidome.

Li gorî bernameyê, çalakî 28ê vê mehê dest pê bike 30ê mehê jî xelas dibe.

Wergirtina agahiyan û beşdarbûn

Birêvebirê Hunerî yê Koma Kabarêta Kurdî diyar kir ku her roj şanoyek dê were lîstin û dê komxebatek an jî civînek hebe û pê de çû:

“Kesên ku dixwazin bên ji bo dîtina kar û çalakiyên me dikarin bi rêya hesabê me yê li ser torên civakî yê bi navê ‘Kurdish Diaspora’ agahiyan wergirin.

 An jî dikarin bi rêya hejmarên me yên telofonê yên ku li ser rûpelên me yên tora civakî hatine tomarkirin pêwendiyê bi me re deynin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst