Bayram Ayaz: Dewlet mafê me ye û dem hatiye

22-03-2025
RÛDAW
Siyasetmedarê Kurd Bayram Ayaz / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Siyasetmedarê Kurd Bayram Ayaz / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Koln Almanya Newroz Bayram Ayaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Bayram Ayaz got, “Dewletbûn mafê me ye û dem hatiye.”

Konfederasyona Kurdên Diyaspora îro li bajarê Kolnê yê Almanyayê ahengeke mezin a Newrozê li dar dixe.

Armanca ahengê ji bilî pîrozkirina Newrozê, bi dirûşma “Mil bi mil dil bi dil” piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ye jî.

Rûdaw jî bi pêşkeşkariya Dilbixwîn Dara weşaneke taybet dike.

Siyasetmedarê ji Bakurê Kurdistanê Bayram Ayaz bû mêvanê Dilbixwîn Dara.

Bayram Ayaz diyar kir ku armanca Newrozê hevkarî û piştgiriya ji bo xelkê li Rojavayê Kurdistanê ye.

Bayram Ayaz got, “Xelkê Rojavayê Kurdistanê êşeke zêde kişandiye û xizmeta hemû perçeyên Kurdistanê kiriye.

Şikir ku îro derfet çêbûye ku ew bigihêjin azadiyê û li ser axa pîroz ew bi xwe îdareya xwe bikin.”

“Dewletbûn mafê me ye”

Ayaz derbarê girîngiya rola diyaspora Kurdan a ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê got:

“Diyaspora dikarin bi alaya Kurdistanê wekî îro li ser piyan bin.

Ev peyamek e ji bo Almanya, Ewropa û hemû cîhanê ku em Kurd miletek in li ser axa xwe gelek şehîdên dane lê îro em êdî derketine ser qada dîrokî û dewletbûn û bi xwe îdarekirin mafê me ye.

Mafê me ye em bi ziman û çanda xwe li ser axa bijîn. Divê em bigihêjin wî mafê xwe û dem hatiye.”

Deshilata Beşar Esed 8ê Kanûna Yekem a 2024an rûxiya û desthilatek demkî li Sûriyeyê hat avakirin.

Komîteya pisporan ku ji bo amadekirina destûra Sûriyeyê hatine wezîfedarkirin, reşnivîsa destûrê radestî Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şe kir.

Lê piraniya pêkhateyên Sûriyeyê ragihandina destûrê red dikin.

“Pêwîst e li Rojavayê Kurdistanê yekrêzî hebe”

Bayram Ayaz derbarê vê yekê jî got:

"Ezmûneke dîrokî me li Başûrê Kurdistanê heye. Kurd di dema nivîsandina destûra Îraqê de (2005) yekrêz bûn û bi hev re çûn Bexdayê û wan mafê birêvebirina federalî ji bo Herêma Kurdistanê bi dest xist.

Îro pêwîst e li Rojavayê Kurdistanê jî ev yekrêzî dubare bibe.

Pêwîst e hemû aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yekdeng bin û bi şandeyeke hevbeş biçin Şamê ji bo ku daxwaza mafê xwebirêvebirinê di çarçoveya herêmeke federalî de bikin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst