Kurd û paşeroja Sûriyeyê: Daxwaza ji bo destûreke dadperwerane û yekrêziya neteweyî

22-03-2025
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rûdawê li bajarê Kolnê Almanyayê bi pêşkeşkariya Dilbixwîn Dara dîbeyteke taybet li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Siyasetmedar Akîf Hesen, Parlamentera Kurd a Yekîtiya Demokratên Xirîstiyan a Almanyayê (CDU) Seyran Papo, Alîkarê Serokê Komeleya Civaka Kurd a Almanyayê Mehmet Tanriverdî, Parlamenterê Herêma Berlînê Jiyan Omer û Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Federal a Almanyayê Qasim Tahir Salih beşdar bûn.

Di dîbeytê de mêvanan bal kişand ser wan astengiyên ku Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî wan dibin, bi taybetî piştî hatina Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û komên çekdarên ên ku nêzîkî Tirkiyeyê.

Siyasetmedar û Birêvbirê Ahenga Newrozê ya li Kolnê Akîf Hesen rexne li wê ragihandina destûrî girt ku vê mehê wekî destûra demkî ya qonaxa derbasbûnê ya Sûriyeyê hat ragihandin.

Akîf Hesen got, "Destûr ji bo me Kurd, Elewî û kêmîneyan tinazî ye. Destûreke ku hemû pêkhateyên din paşguh dike. Bi baweriya min destpêkeke şaş bû."

Wî tekez kir ku rayedarên nû yên Sûriyê "bawer dikin ku gelê kurd wek berê ye û hîn jî hişyar nîne, di xewê de ye û dikarin wan bixapînin û ber bi vir û wir ve bibin û rizgar bibin lê vê carê ew dê ji vê yekê derbas nebin."

Akîf Hesen ku biryar e îro, serperiştiya ahenga herî mezin a Newrozê ya rewenda Kurdan a li Kolnê dike, behsa coşûxiroşa beşdariya Kurdan li ahengên Newrozê li seranserê Ewropayê kir û got:

 "Ev nîşan dide ku nerazîbûneke mezin di dilê gelê kurd de heye. Lewma gelê kurd ew gelê razayî nîne ku her tiştê tu dibêjî, bibêje amîn."

Alîkarê Serokê Komeleya Civaka Kurd a Almanyayê Mehmet Tanriverdî behsa xebata dîplomasiya Kurdan kir û got, “Me dagîrkirina Efrîn û Serê Kaniyê çendîn caran bi daxuyaniyan şermezar kirye.”

Mehmet Tanriverdî her wiha amaje bi wê yekê kir ku piştî rûxîna desthilata Esed  gelek caran wan eşkere kiriye  ew komên Îslamî yên hatine ser desthilatê El Qaîde ne û got: “Ew hêzên Îslamîst in û çendîn sal e bi alîkariya Tirkiyeyê li dijî Kurdan şer kirine."

Girîngiya yekrêziya Kurdan

Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê Qasim Tahir Salih  ku xelkê Zaxoyê ye û ser bi Partiya Kesk a Almanyayê ye, giringiya yekrêziya Kurdan tekez kir û got:

"Girîng e ku em Kurd yekgirtî û yekdeng bin, eger em dengê xwe nekin yek, alîkariya me nayê kirin.

Em li Almanyayê, berî her tiştî Alman in lê divê em ti car ji bîr nekin ku em ji ku derê hatine.

Ez kurd im û xelkê Zaxoyê me. Pêwîst e ku em dengê Kurdan li parlamentoyê bilind bikin."

Qasim Tahir Salih bal kişand ser girîngiya rola Almanyayê ya Sûriyeyê û got:

“Em dibînin ku dengê Almanyayê li Sûriyeyê çi qasî girîng e. Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îsal du caran çûye Sûriyeyê."

Parlamenterê Herêma Berlînê Jiyan Omer ku xelkê Qamişlo ye û ser bi Partiya Kesk e, behsa berpirsiyariya Kurdan di têkoşîna ji bo mafên wan de kir.

Jiyan Omer got, “Pêwîst e ku em wekî Kurdan tenê li bendî wê yekê nebin ku kesên din werin mafên me bînin cih.

Li nav me jî gelek partiyên siyasî hene, gelê Kurd gelek xwîn rijandiye, pêwîst e ku em jî mafê xwe li Şamê bistînin û berdewam li ji Ewropiyan re behsa wê bikin."

Helwesta Ewropa û Almanyayê

Hemû beşdarbûyan behsa wê yekê kir ku rola Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê di bilindkirina dengê Kurdan de girîng bûye.

Jiyan Omer wiha got:

“Ew gavê ku Annalena Baerbockê ya wekî Wezîra Karên Derve ya Almanyayê avêtiye, gaveke gelekî mezin e, ji ber ku berê tiştekî wiha nebûbû wezîrekî karên derve yê Ewropayê li Şamê, li hemberî desthilatdaran bibêje, pêwîst e gelê Kurd bibin beşek ji hikûmetê, pêwîst e mafên gelê Kurd di destûrê de parastî bin."

Wî her wiha amaje bi vekirina balyozxaneya Almanyayê ya li Şamê kir ku bi gotina wê, "yek ji armancên wê ew e ku Almanya karên xwe li Sûriyeyê zêdetir bike û zextê zêdetir li hikûmetê bike û zêdetir li ser pirsgirêka Kurdan raweste. Lewma ez dibînim gaveke erênî ye ku balyozxaneya Almanyayê li wir kar bike."

Parlamentera Kurd a Yekîtiya Demokratên Xirîstiyan a Almanyayê (CDU) Seyran Papoyê ku xelka Cizîra Bakurê Kurdistanê ye teqezî li ser girîngiya gotin û kiryarê kir û got:

“Dibêjin Annalena Baerbock gelek jîr e û ji bo Kurdan gelek tişt kiriye lê rastiyeke heye divê em li ber çav bigirin.

Gotin heye û kiryar jî heye. Ez her tim dibêjim, wekî siyasetmedar dikarim gelek soz bidim lê dema tu dixwazî di nav hikûmetê de wan tiştan pêk bînî, divê şiyana te hebe." 

Rewşa niha ya Sûriyeyê

Seyran Papoyê nîgeraniya xwe li hemberî desthilatdarên nû yên Sûriyeyê derbirî û got:

"Niha li Sûriyeyê rewş xirab e. Li gorî me li CDUyê, niha hikûmetekê li Sûriyeyê dest bi kar kiriye ku ji mirovên radîkal pêk tê, berê di nav DAIŞê de bûn û niha dixwazin Sûriyeyê pêş bixin. Ev mirov ji bo me metirsîdar in."

Akif Hesen jî her wiha got:

"Xewna me bû rojekê bi vî awayî bê. Lê heger tu stemekê hilgirî û stemeke din bixî şûna wê, Sûriye ti carî nabe Sûriye."

Daxwazên Kurdan ji bo paşeroja Sûriyeyê

Hesen daxwazên Kurdan bi vî awayî pêşkeş kir:

"Divê nasname û mafên me yên çandî di destûrê de bên bicihkirin.

Divê ewlehiya herêma me di destûrê de bê bicihkirin. Pêwîst e ewlehî û polîsên me, Kurd bin. Wekî Bask, Barcelona û Bayernê."

Wan siyasetvan û çalakvanan tekez kir ku pêwîst e Kurd li Rojavayê Kurdistanê wekî beşek ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê bên dîtin û mafên wan ên neteweyeyî û çandî bên dabînkirin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst