Davos (Rûdaw) – Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê raporta xwe ya salane di bin navê “Rîskên Cîhanî – Astengên Cîhanî” belav kir û behsa wan rîskan dike ku îsal dê rûbirûyên cîhanê bibin.
Roja 23 û 26ê vê mehê Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Davosê bi beşdariya sê hezar serkirde, kesayet, sermayedar û şîrketên mezin dest pê dike. Şandeke Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî korbendê dibe.
Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî ku ji bo rûmala korbendê li Davosê ye dibêje ku ew raport ji aliyê hezar pispor û şarezayên hemû waran hatiye amadekirin û behsa Kurdan jî weke rolgerekî nedewletî dike.
Raporta salane ya Davosê ji çar beşan pêk hatiye. Beşa yekem li ser guhertinên keşûhewayê ye, beşa duyem behsa aboriya cîhanê dike, beşa sêyem pirsgirêkên cîhanê ji aliyê siyasetê ve dinirxîne, beşa çarem jî li ser teknolojî û pêşketinên zanistê ye.
Hêmin Lihonî diyar kir ku di beşa siyasî ya raportê de behsa guhertinên jeosiyasî ya sala 2018an dike ku raport vê mijarê weke rîsk bi nav dike.
Nûnerê Rûdawê yê li Davosê destnîşan dike ku raporta Korbenda Davosê amaje bi wê yekê kiriye ku niha her welatek dixwaze hikûmeteke bihêz pêk bîne û blokeke xwe hebe, neku weke berê du blokên Amerîka û Yekîtiya Sovyetê cîhanê kontrol bikin, weke ku niha Trump dibêje “yekem Amerîka”, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Tirkiye jî dixwazin hikûmeteke bihêz pêk bînin.
Lihonî herwiha aşkere dike ku tiştê ku di raportê de amaje pê hatiye kirin di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nîne ku rolgerekî nedewletî (Non-state actors) hatiye nîşandan û got: “Ew aktorên nedewletî, dibin qurbanên welat û hikûmetên bihêz.”
70 serok û serokwezîr, hezar û 900 sermayedar û xwediyên şîrketan dê beşdarî Korbenda Davosê bibin.
Wisa tê pêşbînîkirin ku di roja dawîn a korbenda aborî de Serokê Amerîkayê Donald Trump gotarek pêşkêş bike.



