Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger Hemas peymana agirbestê bin pê bike hinek welatên li Rojhilata Navîn û derdora wê dê midaxele bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê peyamek belav kir û diyar kir ku wî di bersiva van welatan de gotiye ku niha ne dema midaxeleyê ye.
Trump amaje pê kir ku hêvî heye Hemas pêbendî mercên agirbestê bimîne û spasiya hemû welatên kir ku dixwazin di vê pêvajoyê de bibin alîkar.
Trump di parvekirina xwe de her wiha got, "Ez dixwazim spasiya welatê mezin û Endonezyayê û lîderê wê yê hêja bikim ji bo hemû alîkariyên ku dane Rojhilata Navîn û Amerîkayê."
Serokê Amerîkayê 9ê Çiriya Pêşîn ragihandibû ku wan di dan û standinên li Misirê de qonaxa yekem a plana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de ya li Xezeyê pesend kiriye.
Peymanê bi erêkirina hikûmeta Îsraîlê 10ê Çiriya Pêşîn dest pê kiribû.

.webp&w=3840&q=75)

