Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan derbarê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Ocalan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo "mafê hêviyê" yê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hatiye şandin.
Daxwaza wan ew e ku zû encam bide
Hevserokên DEM Partiyê xwest ku mafê sûdwergirtina Abdullah Ocalan a ji Rêgezên Nelson Mandela (ku di nav biryarên Neteweyên Yekbûyî de ne) û mafê hêviyê, ji aliyê Komîteya Wezîran ve bi awayekî cidî bê nirxandin û di demeke herî kurt de encam bide.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev mijar ji nêz ve têkildarî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ye.
Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku divê ev pêvajo ji aliyê Komîteya Wezîran ve bi pêbendbûna rêgezên bingehîn û bi awayekî avaker bê nirxandin.
.webp&w=3840&q=75)


