Rêzan Hemesalih: 67 kes di keştiyê de bûn, 11 ji wan hatine rizgarkirin

20-06-2024
Zinar Şîno
Rêzan Hemesalih / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rêzan Hemesalih / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îtalya Keştî Binavbûn Koçber Kurd
A+ A-

Îtalya (Rûdaw) - Nûnera Herêma Kurdistanê ya Îtalyayê Rêzan Hemesalihê da zanîn ku 67 kes di keştiya binavbûyî de 67 kes hebûn û 11 ji wan hatine rizgarkirin.

17ê Hezîranê keştiyeke penaberan li nêzîkî girava Lampedusayê bin av bûbû 51 koçber hatibûn rizgarkirin û 10 koçber jî xeniqîbûn. 

Li aliyê din, Hêza Deryayî ya Îtalyayê 18ê Hezîranê jî diyar ku keştiyeke penaberan li girava Calabriyayê bin av bûye.

Xaça Sor a Îtalyayê ji Rûdawê re eşkere kiribû ku heta niha 75 koçberên ku di wan 2 keştiyan de bûne winda ne.

Rûdawê piştrast kir ku 19 penaber Kurd in û xelkê Hewlêr û Raperînê ne.

Nûnera Herêma Kurdistanê ya Îtalyayê Rêzan Hemesalihê agahiyên herî nû bi Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re parve kirin.

“Bi tevahî 4 mirî hene”

Rêzan Hemesalihê da zanîn ku heta niha 11 kes hatine rizgarkirin û got:

“Li gorî amarên ku Îtalyayê dane, 67 kes di keştiyê de bûne û 11 ji wan hatine rizgarkirin ku 2 ji wan zarok in.

3 term hatine dîtin û kesek jî piştî ku hatiye dîtin miriye. Yanî bi tevahî 4 mirî hene.”

Dîvê were gotin ku Hêza Deryayî ya Îtalyayê heta niha li ser xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ti agahî nedane.

Rêzan Hemesalihê diyar kir ku Hêza Deryayî ya Îtalyayê bi kesên rizgarbûyî re diaxive da ku hemû agahiyan peyda bike û xebatan li gorî vê bidomîne.

Li hêla din, yek ji wan kesa ku ji keştiyê rizgar bûye Ruya Mihyedînî ye.

Ruya Mihyedînî 22 salî ye û ji bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ruya ji Rûdawê re axivî û wiha behsa binavbûna keştiyê kir:

“Qaçaxçî nehişt em xwarinê bi xwe re bibin û ji me re gotibû ku xwarin di keştiyê de heye.

Piştî 4 rojan em ber bi Îtalyayê bi rê ketin xwarina me nema.

Kaptan sindoqeke mezin derxist got, ‘Ev xwarin e’ û sindoq ji destê wî ket û ji ber wê keştî qul bû.”

Keça bi navê Mujde jî wekî Ruya Mihyedîniyê rizgar bûye û bûye şahidiya mirin û xeniqîna 60 kesî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst