Barek din ji cebilxaneya Sûriyê ya kîmyayî hat têk birin

19-08-2014
Cotyar Murad
Nîşan Sûriyê OPCW Kîmyayî Cape Ray Amerîka
A+ A-

 

Rûdaw (Hewlêr)- Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku, keştiya “Cape Ray” a ser bi hêzên deryayî yên wî welatî ve, 600 ton ji pêkhatên çêkirina çekên kîmiyayê yên herî metirsîdar, ku Sûriyê radest kiribûn, pûç kirin.

Li gor daxuyaniya berdevkekê ji Pentagonê, duh, roja duşemê, li ser keştiya “Cape Ray” a ser bi hêzên deryayî yên Amerîka ve, qasê 600 ton ji pêkhatên çêkirina herî metirsîdar ên çêkirina çekên kîmyayî yên Sûriyê li nava Derya Spî hat pûç kirin.

Di Êlûna sala borî de, hikûmeta Sûriyê li ser pêşniyara Rûsyayê razî bû ku cebilxaneya xwe ji çekên kîmiyayê radestî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) bike, bi wê yekê jî hikûmeta Sûriyê ji encamdana derbeyek leşkerî ji aliyê Amerîka ve xwe rizgar kir.

Roja, 14ê tebaxê, OPCW, ku baregeha wê yas erekî li Lahay ye, di daxuyaniyekê de ragihand ku, 581 ton ji pêkhatên kîmyayî yên ku bo çêkirina xaza Sarîn a jehrayî, ku bi rêya keştiyek amerîkî ji Sûriyê hatibû veguhestin, li ser keştiya amerîkî ya bi navê “Cape Ray” têk birin.

Li gor ku hatiye ragihandin, qasê cebilxaneya Sûriyê ji çekên kîmiyayê 1300 ton bû.

Di tebaxa sala 2013an de hêzên hikûmeta Sûriyê navçeya Xûte li derdora Şamê bi çekên kîmiyayî topbaran kirin û di encam de nêzîk 1400 kesî hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst