Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê rapora çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê belav kir

19-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Konseya Ewropayê Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê rapora xwe ya çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê belav kir û ragihand ku Tirkiyê ji bo hilbijartineke demokratîk prensîbên bingehîn cibicîh nekirine.

Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê, li ser vexwendina Parlamentoya Tirkiyê bi 40 parlamenteran çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê kiribû. Konseyê rapora çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê belav kir.

Li gor medyaya Almanî dê rapora Konseya Ewropayê îro Duşemê 19ê Hezîrana 2023an li Strasbourgê bê gotûbêjkirin. Di raporê de hatiye nivîsandin ku beşdariya zêde ya hilbijartinê tevî hemû zehmetiyan ji bo demokrasiya Tirkiyê tiştekî erênî ye û demokrasiyên Ewropayê dikarin ji vê yekê mînak werbigirin. Her wiha daxistina benda hilbijartinê ji %10 ji bo %7 jî wek pêngaveke êrênî hatiye pênasekirin.

Konseya Ewropayê dibêje, “Tirkiyê ji bo hilbijartineke demokratîk prensîbên bingehîn cibicîh nekirin. Serokkomar, wezîr û partiya desthilatê awantajeke neheq û sûd ji medyaya neserbixwe wergirtin.”

Di raporê de hatiye nivîsandin ku serokkomar bi derfetên dewletê kampanya xwe birêve biriye.

Li gor raporê, “Hinek partî û siyasetmedarên opozîsyonê hatine tirsandin, rûbirûyê zextan bûne û kampanya û çalakiyên wan hatine astengkirin. Li dijî civîn, rêxistinbûn û azadiya raderbirînê zext hebûn û bi vî awayî rê li ber beşdarbûna kampanya hilbijartinê ya partiyên siyasî, civaka sivîl û medya serbixwe hatiye girtin.”

Di raporê de rexne li Destya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê hatiye girtin û tê gotin, di dema hejmartina dengan de bi qasî pêwîst zanyariyên pêwîst parve nake û ne şefafiyet û kêmasiya ragihandinê heye.

Konseya Ewropa dibêje, di çarçoveya yasayî ya derbarê hilbijartinê de kêmasî hene û ji bo pêkanîna hilbijartineke demokratîk bingeheke hiqûqî ya saxlem nîne û ev jî di demên krîtîk de gumanê li ser hilbijartinê çê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst