Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora The Sunday Timesê, Brîtanya dê pereyan bide Herêma Kurdistanê da ku rê li ber pêla koçê ya ber bi Ewropa û Brîtanyayê ve bigire.
Îtalyayê bi rêya peydakirina budceyê û hevahengiya bi welatê din re rêjeya koçberên neyasayî yên ku diçin Îtalyayê kêm kiriye.
Li gorî raporê, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer dixwaze wekî Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê rê li ber pêla koçberan bigire.
The Sunday Timesê diyar kir ku Brîtanya dixwaze li ser mijarê bi Tirkiye, Vîetnam û Herêma Kurdistanê re bixebite.
Rapora The Sunday Timesê amaje pê dike ku Brîtanya dixwaze budceyê ji Tirkiye, Vîetnam û Herêma Kurdistanê re veqetîne û bi wan re muzakereyan bike da ku rê li ber pêla koçberan bigirin.
Hat diyarkirin ku Brîtanya dixwaze peymanê heta bi dawiya salê îmze bike.
Piraniya koçberên ku diçin Brîtanyayê Kurdên Başûrê Kurdistanê ne, loma jî Brîtanya dixwaze Herêma Kurdistanê tevlî plana xwe bike.
Dive were gotin, qaçaxçiyên Kurd ên ku xelkê derbasî Ewropayê dikin jî zehf in.
Brîtanyayê berê jî hewl dabû ku vê pirsgirêka koçberan çareser bike.
Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Rishi Sunak xwestibû koçberan bişîne Riwandayê lê plana wî bi ser neketibû.
Keir Starmer jî tercîh dike koçber ji welatê xwe dernekevin, ne ku wan bişînin welatekî din.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse