Ewropî dixwazin çavkaniya çûna koçberan ji Lîbyayê ziwa bikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ewropa Lîbya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatên Ewropayê dixwazin bi rêya alîkariya darayî û vekirina projeyên cuda krîza koçberan a li Lîbyayê çareser bikin.

 Tîma hewarçûnê ya Îtalyayê bi hewara wan koçberên nav Deryaya Spî ve diçin.

Koçberan bi rêya belemekê ji Lîbyayê hewl daye xwe bighînin Îtalyayê.

Ew rêya ku di çend salên borî de bûye rêyeke qerebalix a koçberên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê daku xwe bighînin Ewropayê.

Bi armanca çareserkirina wê krîza ku bestika Ewropiyan girtiye, serkirdeyên wan berê xwe daye Lîbyayê.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni got:

“Xala herî girîng ew e ku hevahengiyeke qayimtir di navbera Ewropa ûAEfrîqayê de li ser wê krîzê çêbikin.

Ez yek ji wan kesan bûm ku ji mêj ve min ev nerîna xwe ragihandiye û min ji serkirdeyên Ewropayê re gotiye ku divê bi hev re rûbirûyê wê pirsê bibin.”

Bi armanca dîtina çareseriyekê bo wê krîza koçberan, serkirdeyên 28 welatên Ewropî li gel berpirsên bilind ên Afrîqayê li bajarê Trablûsê yê Lîbyayê civiyan.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, niha Lîbya yekem rawestgeha koçberan e ji bo Ewropayê.

Ji destpêka îsal ve, nêzîkî 15 hezar koçber di wê rêyê re derbas bûne.

Ev di demekê de ye sala borî 50 hezar koçberan xwe ji Lîbyayê gihandibûn Ewropayê.

700 hezar koçber li Lîbyayê hene

Berpirsên Lîbyayê ragihand ku zêdeyî 700 hezar koçber li wî welatî ne û piraniya wan li bendê ne xwe bighînin Ewropayê.

Herwiha serkirdeyên Lîbyayê dibêjin, ji destpêka salê ve, şeş hezar koçberên neyasayî ku ji welatên din ên Rojhilata Navên hatine, der sînor kirine.

Sala borî 10 hezar hatibû dersînorkirin.

 Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd Dibeybe jî got:

“Çareserî asan e. Ew pereyên li rizgarkirina xelkê di nav deryayan de tên xerckirin, dive li welatên Afrîqî û wî xelkî bên xerckirin ku dibin koçber.

Nabe li rizgarkirin û vekirina navendên desteserkirinê bên xerckirin.”

Ewropa dixwaze bi rêya alîkariya darayî û vekirina projeyên cuda, krîza aborî ya Lîbyayê nehêlin û koçber neçar nebin wî welatî bicîh bihêlin, bo wê armancê jî ji sala 2014an ve 700 milyon dolar dane Lîbyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Krîza li Sudanê berdewam dike / Wêne: AA

Welatê ku lê krîza mirovî ya herî mezin heye hatiye jibîrkirin: Sûdan

Li Sûdanê ji ber pevçûnên ku 15 meh in di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) ên paramîlîter de dewam dikin krîza xelayê û ji cihê xwe kirinê ya herî mezin a dinyayê heye