Koalîsyonê li ser diyaloga HSD û Hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da

18-02-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Hevpeymaniya Navneteweyî Mezlûm Ebdî Ehmed Şer Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalisyon) got ku ew piştgiriya danûstandinên di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de dikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser bipêşketinên dawî yên Sûriyeyê ji North Pressê re axivîbû.

Mezlûm Ebdî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer pîroz kir û hêvî kir ku ew di vê "qonaxa hestyar" de karibe serkirdayetiya Sûriyeyê bike.

Her wiha Mezlûm Ebdî, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer vexwend Rojavayê Kurdistanê.

Fermandarê HSDyê da zanîn ku ew amade ne hevkariyê bi Şamê re bikin ji ber ku ew bawer dikin parastina herêmê û rûbirûbûna terorê berpirsyariyeke niştimanî ye û pêwîstî bi hevahengiyeke bilind a di navbera hemû aliyan de heye.

Ebdî eşkere kir ku wan bi Şamê re li ser çend xalan lihev kiriye û li ser çend pirsên din jî hîn gotûbêjên wan berdewam dikin.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê ya li dijî DAIŞê li ser diyaloga di navber HSD û hikûmeta nû ya Şamê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"Hevpeymaniya Navneteweyî piştgiriyê dide HSDyê di danûstandinên xwe yên bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re ji bo ku bibe alîkar ku aramî û paşerojeke geştir li herêmê pêk were."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst