Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîra Estonyayê civiyan

18-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Kaja Kallas Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallasê re civiya.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî rojên yekem û duyem ên kongreyê (16-17 Sibatê) bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kirin.

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê ên li Munîhê îro jî berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî di roja sêyem a kongreyê de bi Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallasê re hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyand ku “hevkariya Estonyayê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî jî hevkariya aborî” û “rola hêzên Estonyayê ya di di nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de” hatine nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan behsa rewşa ewlehî û siyasî ya Îraq Herêma Kurdistanê kiriye.

Her du aliyan destnîşan kiriye ku ew dixwazin pêwendiyên xwe di hemû qadan de bi pêş bixin.

Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas û şandeya pê re meha borî çûbûn Bexdayê û piştre jî hatibûn Hewlêrê.

Nêçîrvan Barzanî û Kaja Kallasê behsa girîngiya wê serdanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo rola hêzên wê yên li Herêma Kurdistanê spasiya Estonyayê kir.

“Rewşa Rojhilata Navîn û aloziyên li wê derê, şerê li Xezeyê û Ukraynayê û encamên van şeran” hinek babatên din bûn ku li rojeva Barzanî û Kaja Kallasê bûn.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku tevî konferansê dibe. Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe yên girîng de dibe dengê Herêma Kurdistanê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher, Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî, Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, Serokê Koma Vekolînên Stratejîk a UNAMIyê Volker Perthes, Şêwîrmendê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein û Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re civiya.

Hevdîtinên Roja Sêyem

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de îro bi şandeyeke Kongreya Amerîkayê ya bi pêşengiya Mike Turner û Alîkara Wezîrê Karûbarên Ewlehiya Navneteweyî yê Pentagonê Celeste A. Wallanderê re hevdîtin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst