Wezîrê Karên Derve yê Îranê dê di Encûmena Asayîşê de behsa êrişa li Hewlêrê bike

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî Êriş Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê dê li Encûmena Asayîşê ya Navdewletî gotarekê pêşkeş bike.

Li gorî zanyariyên ber destê nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan dê roja sêşemê li Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî gotarekê pêşkêş bike.

Sînan Tunçdemîr diyar kir ku dê gotara Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan li ser pêşhateyên dawî yên li Rojhilata Navîn be û dê roja duşemê êrişa li ser Hewlêrê jî biaxive.

Gotara Wezîrê Karên Derve yê Îranê di demekê de ye ku êrişa Îranê ya li Hewlêrê rastî bertekên berfireh ên civaka navdewletî bûye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê û gelek welatên Rojava êrişa Îranê şermezar kir.

Hikûmeta Îraqê yekser komîteyeke lêkolînê ya bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Qasim Eracî û endamtiya Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed pêk anî.

16ê Kanûna Paşîna, li ser heman mijarê du gilî pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kirin.

Di êrişa Îranê ya li Hewlêrê de 4 kes şehîd ketin û 16 kes jî birîndar bûn.

Yek ji wan kesan karsazê navdar ê Kurd Pêşrew Dizeyî bû û keça wî Jîna, xizmetkara wî ya Fîlîpînî û mêvanê wî yê karsaz Kerem Mîxayîl di heman êrişê de şehîd ketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst