Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di axaftina xwe ya li rûniştina 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li ser bernameya nukleerê ya Îranê peyamên tund dan.
Trump di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hêza aborî û leşkerî ya Amerîkayê zêde bûye û got, "Amerîka vegeriya."
Serokê Amerîkayê di axaftina xwe ya li ber rêberên cîhanê de, di serî de Îran, Xeze, Ukrayna, Venezuela û Greenland, bipêşketinên herêmî û cîhanî nirxandin.
Trump di axavtina xwe ya li ser Îranê de got:
"Rejîma fanatîk a 51 salî ya Îranê kaos çêkir. Ew zordarên Rojhilata Navîn bûn lê êdî ne zordar in.
Ez dê ti carî destûrê nedim ku Îran bigihîje çekên nukleerê."
Trump her wiha operasyona Amerîkayê ya bi navê "Xezeba Destanî" jî nirxand û anî zimên:
"Me pêşî li karesateke nukleerê girt. Me kapasîteya parastina asmanî, parastina deryayî û dronên Îranê ji holê rakir."
Trump destnîşan kir ku divê biryar were dayîn bê ma dê peymanek were kirin ku bibe sedem Îran bibe welatekî çêtir an na û got:
"Baweriya min ew e ku ez dê peymanê bikim lê dîsa jî ev biryarek e ku divê ez bidim."
Trump her wiha bangî welatên din kir ku beşdarî zextên li ser Îranê bibin û got:
"Ez bangî cîhanê dikim. Tevlî me bibin û li dijî rejîma terorê ya Îranê rawestin."
“Min 8 şer bi dawî kirin”
Trump qala şerê li Xezeyê jî kir û diyar kir ku ji dema destbikarkirina xwe ve wî 8 şer bi dawî kirine.
Trump li ser sekinandina wan şeran got, "Sedema ku min ev şer rawestandin ew bû ku pêwendiyên min bi rêberan re gelekî baş bûn û min bi bacên gumrikê gef li wan dixwar."
Trump behsa şerê Rûsya û Ukraynayê jî kir û ragihand ku ev şer jî dê bi dawî bibe:
"Ez dê şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî bi lez biqedînim. Bi vî awayî an bi wî awayî dê peymanek were kirin."
Venezuela û Greenland
Trump di mijara Venezuelayê de jî behsa gavên Amerîkayê kir û hêviyên xwe yên erênî yên li ser paşeroja vî welatî anîn zimên.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku wan hêza leşkerî ya Amerîkayê bi armanca "parastina xelkê" bi kar aniye û li dijî kartelan peyama têkoşînê da.
Trump li ser mijara Greenlandê jî ragihand ku wan bi Danîmarkayê re peymanek çêkiriye û da zanîn ku Amerîka dê ji bo armancên parastinê jêrxana xwe ya leşkerî ya li herêmê xurttir bike.
Trump got, "Hevkarîkirin hestekî gelekî xweş e."
Beriya axaftina li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, dema ji Trump hat pirsîn ka peyama wî ji bo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin çi ye, wî got, "Divê ew dawî li şer bîne."
Trump di axaftina a li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li gel bernameya nukleerê ya Îranê û şerên ku didomin, mijarên Ukrayna, Xeze, Venezuela û Greenlandê derketin pêş.



