Swêdê îsal mafê welatîbûnê da 33 hezar koçberan

17-08-2024
Hêmin Ebdullah
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Swêd Welatîbûn Pasaport
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Swêdê îsal zêdetirî 33 hezar kesan pasaport standine û bûne hemwelatiyên Swêdê û zêdetirî 47 hezar kesan jî mafê rûniştinê wergirtiye.

Di nîvê yekem a îsal de li Swêdê 33 hezar û 633 kesan pasaporta Swêdê wergirtiye ku piraniya wan welatiyên Sûriye, Efxanistan û Erîtreyê ne.

Di heman heyamê de 47 hezar û 700 kesî mafê rûniştinê standiye,

Ev hejmar ji ya sala 2023yan zêdetir e ku 45 hezar 138 kesan mafê rûniştinê wergirtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst