9 rojnameger rastî êrîşê hatin

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kosovo Komeleya Rojnamegerên Kosovoyê (AGK)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Leposaviç a bakurê Kosovoyê, 9 rojnamegerên Kosovoyî yên ku li derdora şaredariyê çalakiya Sirban dişopandin rastî êrîşa kesên rûpoş hatin.

Di dîmenên ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Kosovoyê (AGK) ve hatin parvekirin de, hat diyarkirin ku xebatkarên çapemeniya Kosovoyê ji aliyê kesên rûpoş ve bi keviran rastî êrîşa fîzîkî hatine.

Serokwezîrê Kosovoyê Albin Kurti di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir di dema hewldana hin kesan ku xwestine tundûtûjiyê bikin de komên tundrew êrîşî rojnamegerên li ber Şaredariya Leposavicê kirine.

Kurti di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku komên tundrew ên di bin kontrola Belgradê de nikarin tehemûla polîs û rojnamevanan bikin û got, “Kameraman Bardh Bekteşî û rojnamevan Dorentîna Thaqî ji serê û laşê xwe birîndar bûn. Kameramenên din Albin Rrahmanî û Ardijan Shala jî birîndar bûn. Rojnameger Laura Kerolli û Qendresa Sinanî ji lingên xwe, rojnameger Pleurat Salihu jî ji milê xwe birîndar bûn. Em ji kameraman û rojnamegeran re şifayê dixwazin.”

Kurti bang li saziyên navneteweyî jî kir ku piştgiriyê bidin polîsên Kosovoyê, KFOR û bi taybetî saziyên Kosovoyê ku hemû êrîşkarên li dijî rojnamegeran bên darizandin.

Xebatkara Televîzyona Dewletê ya Kosovoyê (RTK) Venera Xhoxhaj li ser bûyerê axivî û got, “Kevir avêtin me, hin kes dema ku direviyan ketin erdê, kameramanê RTKê Bardh Bekteşî hate dehfdan û piştre rastî êrîşa fîzîkî hat, ji ser û laşê xwe birîndar bû.”

Rojnamegerên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Mitrovica hatin dermankirin.

Êrîş di dema serdana Wezîrê Rêveberiyên Herêmî yên Kosovoyê Elbert Krasniqi ji bo Şaredarê Leposavicê Lulzim Hetemî de pêk hat.

AGKê ragihand ku di nava 3 hefteyan de li bakurê Kosovoyê 30 êrîş li dijî rojnameger, kameraman, nûçegihanên wêneyan û çapemeniyê pêk hatine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst