Wezîrê Parastinê yê Almanyayê spasiya Pêşmergeyên Kurdistanê kir

17-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Boris Pistorius Almanya Savunma Bakanı Boris Pistorius Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, spasiya Pêşmergeyan kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius re civiya

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî hevdîtinên xwe didomîne.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de, bi Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de spasiya Hikûmeta Almayayê kiriye.

Barzanî spasiya Almanyayê kir

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya ku dema şerê DAIŞê daye Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha pesnê rola Almanyayê ya ji bo yekkirina hêzên Peşmergeyan da.

Pistorius spasiya Pêşmergeyan kir

Boris Pistorius jî ji bo têkoşîna wan a bi DAIŞê re spasiya Pêşmergeyan kir.

Pistorius herwiha anî zimên ku dê Almanya ji bo têkoşîna bi terorê re piştigiriya ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê bidomîne.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku tevî konferansê dibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher, Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî û Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan re civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst