MUNÎH - Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Behreynê civiyan

17-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî re hevdîtinek kir.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî hevdîtinên xwe didomîne.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de, bi Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de zehmetiyên li pêşiya aştî û aramiya Rojhilata Navîn hatine nirxandin.

Herwiha “pêwendiyên Behreynê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û hevkariyên ji bo bipêşvebirina van pêwendiyan” hatin gotûbêjkirin.

“Rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê” û “metirsiya terorê ya li herêmê” hinek ji babetên din ên vê civînê bûn.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem û Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher re civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst