Brîtanya ji bo şandina koçberan a Rwandayê li ser yasayeke nû dixebite

16-11-2023
RÛDAW
Brîtanya ji bo şandina koçberan a Rwandayê li ser yasayeke nû dixebite
Brîtanya ji bo şandina koçberan a Rwandayê li ser yasayeke nû dixebite
Nîşan Brîtanya Koçber Rwanda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Brîtanyayê ji bo şandina koçberan a Rwandayê li ser yasayeke nû dixebite.

Brîtanya û Rwandayê, Nîsana 2022yan ji bo şandina koçberên neyasayî ji Brîtanyayê rêkeftinek îmze kir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ew biryar wekî li dijî mafê mirovan bi nav kir, ji ber vê yekê jî ew biryar hate rawestandin.

Çend koçberên ji Rojavayê Kurdsitanê li kampeke koçberan a bajarê Staffordshireyê yê Brîtanyayê dimînin.

Dema biryara Dadgeha Bilind a wî welatî dibihîsin, çepkan lê dixin û pîrozbahiya li hev dikin.

Koçberekî anî ziman:

“Ez gelekî kêfxweş im, ji ber ku em naçin Rwandayê û em gelekî ji Îngilistanê hez dikin.”

Mihemedê xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, behsa wê demê dike, çawa bi belemeke biçûk di Kenala Ingilîz re xwe gihandiye Brîtanya.

Koçberê bi navê Mihemed anî ziman:

“Em gelekî tirsiyan, em êdî nedikariyan vegerin û me hewl da ji bo ku em xwe bigihînin Brîtanyayê.”

Li gorî rêkeftina Brîtanya û Rwandayê ya Nîsana 2022yan, nirxandina doza koçberên wî welatî tê kirin û eger bê pesendkirin, ew dê bêne vegerandine Brîtanyayê.

Biryar hatibû dayîn ku Hezîrana sala par, yekem balafira koçberan ji Londonê here Rwandayê lê di xuleka dawî de, bi daxwaza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar hate ragirtin.

“Pêwîstiya siyaseta Rwandayê bi guherînê heye”

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak got:

“Îro, Dadgeha Bilind biryar da, pêwîstiya siyaseta Rwandayê bi guherînê heye. Ez ne bi vê biryarê re me lê rêzê lê digirim û dipejirînim. Serweriya yasayê, xaleke bingehîn e di demokrasiya me de.

Lewma em mijûlî rêkeftineke din a navdewletî ya bi Rwandayê re ne ku ji aliyê yasayî ve, garantiyê dide wan kesên ku ji Brîtanyayê têne şandin parastî bin.”

Îsal 27 hezar koçber bi rêya beleman bi awayekî neyasayî çûne nav xaka Brîtanyayê.

Hikûmeta Brîtanyayê hatina wê hejmara koçberan wekî bargiraniyeke mezin a li ser hikûmetê dibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst