FBI lêkolînan dike: Gelo hedef Trump e?

14 demjimêr berê
Nîşan Donald Trump FBI Suîqest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Buroya Federal a Lêpirsînan a Amerîkayê (FBI) da zanîn ku ew li ser “bûyera wekî suîqestê” lêkolînan dikin.

Şeva borî li wîlayeta Floridayê ya Amerîkayê li nêzikî cihê ku serokê berê yê Amerîkayê û namzedê Komariyan Donald Trump dima dengê çekan hat bihîstin.

Piştre jî hat ragihandin ku Trump bi silamet e.

Hat eşkerekirin “FBI li ser wê bûyerê lêkolînan dike ku wekî suîqesteke li hemberî Trump xuya dike.”

Şerîfê West Palm Beachê Ric Bradshaw diyar kir ku ajanê Serwîsa Nepen qundaxa çekê ferq kiriye û gule ber bi gumanbar ve gule berdane.

Ric Bradshaw eşkere kir ku wan bi saya îfadeya şahidekî gumanbar girtiye û gumanbar 400-500 metreyî dûrî Trump bûye.

Bradshaw amaje pê kir ku du çante û kamerayeke aksiyonê bi gumanbar re bûn û wî paşê dev ji çeka xwe berdaye û reviyaye.

Şerîfê Martin Countyê William Snyder jî da zanîn ku dema gumanbar hatiye girtin pê re çek nebûye.

“Kêf kêfa wî ye”

JD Vanceyê ku Trump ew wekî alîkarê xwe kiriye namzed jî bi rêya hesabê xwe yê Xê got, “Beriya ku bûyer li nav raya giştî belav bibe” ew bi Trump re axiviye.

Vance destnîşan kir ku Trump baş e û “kêf kêfa wî ye.”

“Ez baş im û bi silamet im”

Trump jî piştî bûyerê ji şopînerên xwe re e-postayek şand û got:

“Ez qet serî natewînim. Li derdora min dengê çekan hat bihîstin lê divê beriya ku tişt ji rayê derkevin ez vê bibêjim: Ez baş im û bi silamet im.”

Donald Trump 13ê Tîrmehê jî li mîtînga xwe ya li Pennsylvaniayê rastî êrişê hatibû û gule li guhê wî ketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst