Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Tirkiye Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew piştgiriya hewlên asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin.

Ev 13 sal in hemû pêwendiyên dîplomatîk ên Tirkiye û Sûriyeyê qut bûbûn lê Erdogan dixwaze pêwendiyan bi Sûriyeyê re asayî bibe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li NATOyê gotibû:

“Min Esed dawetî Tirkiyê kiriye. Em dikarin li welatekî din jî hev bibînin.”

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî derbarê pêwendiyên li gel Tirkiyeyê ji medyaya welatê xwe re axivî.

Esed diyar kir ku ew hevdîtinekê dixwazin ku di berjewendiya Sûriye û Tirkiyeyê de be

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê hewlên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê, bersiva çend pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got:

“Em piştgiriyê nadin wê hewlê û heta rêjîma Sûriyeyê ji bo çareseriya aloziya 13 salan pêngavên cidî navêje.

Em ti carî pêwendiyên xwe bi Şamê re asayî nakin.

Amerîka piştgiriya wan hewlan nake. Me ji Tirkiyeyê xwestiye ku van hewlan ji bo pêkanîna armancên biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê aloziya Sûriyeyê bi kar bîne.

Heta ku pêşketineke rasteqîn ji bo çareseriya siyasî ji aloziyê re çê nebe em pêwendiyên xwe bi rejîma Esed re asayî nakin.

Me ji welatên pêwendiyên wan bi rêjîma Sûriyeyê re hene xwestiye, pêwendiyan ji bo başkirina rewşa mirovî, mafên mirovan û rewşa ewlehiya Sûriyeyê û bidestxistina armancên projebiryara Neteweyên Yekbûyî bên bi kar bînin.”

Tirkiye beşekî axa Sûriyeyê bi leşkerên xwe dagir kiriye.

Şertê ewil a Şamê derxistina leşkerên Tirkiyeyê ye.

Li gorî pisporan, Enqere ji bo pêşî li statuya Rojavayê Kurdistanê bigire xwe nêzîkî Şamê dike.

Piraniya civaka Tirkiyeyê ji bo vegerandina penaberan dixwaze her du serok hevdîtinan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst