Ukrayna hewl dide cardin Baxmûtê kontrol bike

16-07-2023
Zozan Çetîn
Ukrayna hewl dide cardin Baxmûtê kontrol bike
Ukrayna hewl dide cardin Baxmûtê kontrol bike
Nîşan Şerê Rûsya û Ukraynayê Baxmût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojhilatê Ukraynayê serbazên Ukraynî li bereyên pêş ên şer di çarçoveya êrîşên dijber ên artêşa wan bo ser pêgehên Rûsî yên li nêzîkî Baxmûtê oparasyonekê dane destpêkirin û hewl didin Baxmûtê kontrol bikin.

Serbazên Ukraynî dibêjin ku her çendî bi pêşdeçûna wan giran be jî, lê ew bi pêş de diçin.

Serbazê Ukraynayê Viktor Fliminorv got “Em serkeftinên mezin bidest dixin, lê em nikarin behsa hemûyê bikin. Carna 100 metre, 150 metre yan jî kîlometreyekê diçin. Lê ya giring ew e em bi pêş de diçin.”

Nêzîkî du meh e Bakhmût bi temamî ji aliyê Rûsya ve hatiye kontrolkirin.

Ukrayna ku ji despêka Hezîrana îsal ve dest bi êrişa bi pêşdeçûnê kiriye, bala wê hemû li ser wê yekê ku wî bajarî ji destê Rûsya derîne.

Serbazê Ukraynayê Vitaly Stolyarchok dibêje “Despêkê em bi top û mûşekan êrişî binkeyan dikin. Serbazên Rûsyayê direvin û em diçin nav wan cihan; piştre jî em yên mayîn dikujîn.”

Li gorî Peymangeha Lêkolînên Şer: Şerê herî giran yê di navbera artêşa Rûsya Û Ukrayna de li vê navçeya herêma Donetsk û bakurê rojhilatê herêma Zaporijiyayê bûye.

Ukrayna di wê êrîşa xwe ya dijber de, kariye 253 kîlometre duca kontrol bike, lê Rûsya ew yek piştrast nekiriye.

Niha dûbare bajarê Baxmût bûye navenda şer û artêşa Ukrayna hewil dide bajêr ji bakur û başûr ve dorpêç bike.

Li aliyê din yekeyên artêşa Rûsyayê jî li nêzîkî Baxmûtê bi helîkopteran êrişî pêgeh û keresteyên serbazî yên Ukraynayê dikin.

Serbazê Rûsyayê diyar kir “Niha rewş aram e û ev mûşekên me jî hene. Mûşekên Vîkr, hêza wê heye hemû tiştî têk bibe; tankên Leopard bin yan tankên T-80 yên Sovyetê.”

Ukrayna bo bihêzkirina gurzê êrişên dijber bo ser pêgehên Rûsya, her ku diçe daxwaza keresteyên serbazî yên pêşketî ji Amerîka û welatên rojava dike.

Li gor Kremlînê dayîna wan çekan bo Ukraynayê bandora xwe tuneye û rawestandina her êrişeke Kiyev li cem Rûsya asan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst