Amerîka: Têkildarî dosyeya etomî ya Îranê hemû bijarde li ser maseyê amade ne

16-06-2023
Diyar Kurde
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller
Nîşan Amerîka Matthew Miller Îran Bernameya Etomî ya Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller dibêje, ji bo dosyeya etomî ya Îranê dîplomasî rêya herî baş a çareseriyê ye, lê tevî wê yekê jî “armanca me ya sereke ew e ku em nehêlin Îran bigihîje çekên atomî” û ji bo wê jî hemû bijarde li ser maseyê amade ne.

Derbarê dosyeya etomî ya Îranê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller bersiva pirsên Rûdawê da.

Di konferanseke rojnamevanî de, duh Pêncşemê 15ê Hezîranê Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Waşingtonê Diyar Kurde têkildarî bernameya etomî ya Îranê hin pirs arasteyî Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Amerîka hêj di wê baweriyê de ku ji bo dosyeya etomî ya Îranê dîplomasî rêya herî baş a çareseriyê ye, lê tekez kir, tevî wê yekê jî “armanca me ya sereke ew e ku em nehêlin Îran bigihîje çekên atomî” û ji bo wê jî hemû bijarde li ser maseyê amade ne.

Matthew Miller diyar kir, îdareya berê ya Amerîkayê ji rêkeftina etomî vekişiya, û ew yek bû sedem ku Îran berdewam ber bi çekên etomî ve biçe.

Rûdaw: Hûn dixwazin bi Îranê re bi awayekî dîplomatîk tevbigerin, lê çavdêrên Ajansa Enerjiya Etomê ya Neteweyên Yekbûyî bermayiyên uraniyumê dîtine ku rêjeya meyandina wê gihîştiye ji sedî 83.7, ku tenê şeş derece di bin asta çekên etomî de ye. Eger Îran gavên din bavêje, hûnê çawa bi wê re rûbirû bibin û dê çawa rê li wê yekê bigirin ku bigihîje uranyuma 90% a dewlemendkirî?

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Matthew Miller:

Hêj jî armanca me ya sereke ew e ku em nehêlin Îran bigihe çekên etomî. Em hîn jî di wê baweriyê de ne ku dîplomasî rêya herî baş e û ji destpêka vê rêveberiyê ve baweriya me jî ev bû. Eger tê bîra we, dema ku vê rêveberiyê dest bi kar kir, em di çi qonaxekê de bûn, an eger em vegerin û li rêveberiya berê binêrin ku em li ku derê bûn, dema ku bernameya etomî ya Îranê di qutiyê de bû. Mixabin îdareya berê ya Amerîkayê ji rêkeftina etomî vekişiya, û ew yek bû sedem ku Îran berdewam ber bi çekên etomî ve biçe. Me hewl da ku bi dîplomasiyê bi Îranê re tevbigerin, da ku hewildanên wan ên bidestxistina çekên etomî asteng bikin. Lêbelê, tevî wê me eşkere jî kiriye ku hemû bijarde li ser maseyê ne.

Rûdaw: Lê Îran ji rêjeya 90% nêzîk dibe, eger dîplomasî bi ser nekeve, hûn çawa dikarin pêşî lê bigirin?

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Matthew Miller: Ji bilî wê yekê ku em bawerin dîplomasî bijardeya me ya yekem e, ezê ti daxuyaniyekê din nedim, lê wek min got, vebijarkên me yên din hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst