Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin

15-11-2024
RÛDAW
Jens Galschiøt / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Jens Galschiøt / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Jens Galschiøt COP29 Peyker Enfal Kurdistan
A+ A-

Baku (Rûdaw) - Peykersazê navdar ê Danîmarkayî Jens Galschiøt diyar kir ku ew dixwazin ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin û bişînin Herêma Kurdistanê.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuyê tê lidarxistin.

COP29ê 12ê mehê dest pê kir û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û rêlibergirtina germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.

Peykersazê navdar ê Danîmarkayî Jens Galschiøt jî beşdarî COP29ê bû û pirsên Rûdawê bersivandin.

Jens Galschiøt da zanîn, wan li COP29ê peykerek nîşan daye da ku balê bikişînin ser guherîna avhewayê.

“Kî dê berdêla vê yekê bide?”

Peykersazê navdar da zanîn ku wan xwestiye bi rêya vî peykerî vê peyamê bidin:

“Welatên dewlemend gelek karbondîoksîtê berdidin gerdûnê û dibin sedeme guherîne avhewayê.

Êdî divê were pirsîn, kî dê berdêla vê yekê bide?”

Jens Galschiøt amaje pê kir ku li COP29ê tiştên baş tên gotin lê nayên bicihanîn û got:

“Di hemû çalakiyan de tiştên gelekî xweş tên gotin, her kes qala tiştên baş dike lê kes tiştekî nake.”

Projeya çêkirina peyker

Galschiøt eşkere kir ku ew ji bo bibîranîna 182 hezar şehîdên Enfalê peykerekî disêwirînin.

Li gorî agahiyên ku wî dane, peyker dê li Danîmarkayê bê çêkirin û dê paşê bişînin Başûrê Kurdistanê.

Jens Galschiøt detnîşan kir ku peykerê wan ji 3 fîgurên Kurd pêk tê ku li dora êgir civiyane û têdikoşin.

Galschiøt amaje pê kir ku peykerê wan dê şopên dîrok û çanda Kurdan bihewîne û ji bo gelê Kurdistanê gelekî watedar be.

Jens Galschiøt û Kurdistan

Peykersazê Danîmarkayî daxuyand ku ew berê çûye Silêmanî û Helebceyê û xabat kirine da ku haya xelkê ji binpêkirinên mafên mirovan çêbibe.

Galschiøt anî zimên ku Komkujiya Helebceyê trajediyeke mirovahiyê ye lê haya cîhanê jê nîne.

Jens Galschiøt got, ew dixwazin li Herêma Kurdistanê kargeheke peykersaziyê ava bikin.

Li gorî agahiyên ku wî dane, xwendekar dê li vê atolyeyê ji keresteyên xwezayî yên wekî heriyê peykeran çêbikin û diyar kir ku ew dixwazin şiyanên hunerî yên ciwanên Kurdistanê bi pêş bixin.

Galschiøt amaje pê kir ku ew dixwaze ducare here Başûrê Kurdistanê û projeyên nû çêbike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst