Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Rojava de dicive

15-10-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava Encûmena Asayişa Navdewletî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayişa Navdewletî dê derbarê rewşa Sûriyê û êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de civînekê lidar bixe.

Biryar e, sibe Çarşemê,  Encûmena Asayişa Navdewletî bi mijara rewşa Sûriyê û êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bicive.

Almanya, Fransa, Brîtanya, Polenda û Belcîka daxwaza lidarxistina wê civînê kirine.

Roja Pêncşema derbasbûyî, Encûmena Asayişê di derbarê heman rewşê civiyabû, nûnerên Ewropayê daxwaza rawestandina êrîşên Tikriyê li ser rojavayê Kurdistanê kirin.

Di wê civînê de, Amerîka û Rûsyayê rê nedan ku peyva protesto di daxuyanya Encûmena Asayişê de lidijî êrşên Tirkiyê were bikaranîn.

Çavkaniyekê ragihandiye ku armanca wê civînê rawestandina êrîşên Tikriyê ye û hevdem hinek endamên Encûmena Asayişê pêşbînî dikin ku careke din Rûsya li dijî projeya rawestandina êrîşên Tirkiyê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst