Mesrûr Barzanî dê beşdarî Davosê bibe

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Davos Swîsre Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê ber bi Swîsreyê ve bi rê ket.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro ragihand ku Mesrûr Barzanî li gel şandeyekê ji bo bo beşdarbûna Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê çû Swîsreyê.

Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî û şandeya pê re dê bi hinek serokwezîr û berpirsên payebilind ên cîhanê re bicivin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Mesrûr Barzanî di hevdîtinên xwe de ji bilî çend mijarên heremî û cihanî dê pêşxistina pêwendiyên dualî bi taybetî di warên aborî û veberhênanê de gotûbêj bike.

Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî paneleke derbarê nakokiyên li Rojhilata Navîn bibe.

Foruma îsal bi navê “Avakirina Baweriyê” tê lidarxistin û tê de dê mijarên girêdayî aborî, enerjî, hişê çêkirî û çend mijarên siyasî yên rojevê bên gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst