Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elyseeyê ji aliyê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Koşka Elyseeyê û ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê dê bi Emmanuel Macron re bicive û ew dê firavîna nîvro jî bi hev re bixwin.
Li gorî daxuyaniya Koşka Elyseeyê û Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du serok dê pêwendiyên Fransa, Îraq û Herêma Kurdistanê re û hevkariya hevbeş a di navbera wan de, her wiha mijara têkoşîna li dijî terorê û guherînên dawî yên li Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.
Koşkê got, "Her du serok dê rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj bikin û pêbendiya xwe ya ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê ducare bikin."
#VÎDEO - Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elyseeyê ji aliyê Emmanuel Macron ve bi awayekî germ hat pêşwazîkirin pic.twitter.com/x6ndNFQ348
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 14, 2025
Macron pirsa Ala Şaliyê ya bi rengê, “Hûn dê li gel Serok Barzanî qala kîjan mijarên girîng bikin?” wiha bersivand:
“Bi ya min gelek mijar hene. Bawer bikin em dê wekî her carê behsa mijarên girîng ên Îraq û herêmê bikin.
Dilxweş im ku ducare te dibînim. Dilxweş im ku hevkarê xwe dibînim. Ez te nas dikim, tu tim li vir î."
#WÊNE - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elyseeyê ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin pic.twitter.com/t7Ylojy4g0
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 14, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse