RAPIRSÎ - Piraniya Ewropiyan naxwazin Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropayê

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Konseya Pêwendiyên Derve ya Ewropayê (ECFR) ku li 6 welatên Ewropayê hatiye kirin, ji sedî 51ê Ewropiyan li dijî endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ne.

Konseya Pêwendiyên Derve ya Ewropayê bi armanca zanîna nêrînên xelkê Ewropayê yên derbarê firehbûna Yekîtiya Ewropayê de li Awisturya, Polonya, Almanya, Fransa, Danîmarka û Romanyayê rapirsiyek kir.

Li gorî rapirsiyê piraniya welatiyên Ewropayê li dijî firehbûna Yekitiya Ewropayê û endamên nû ne.

Li 6 welatan ji sedî 51ê xelkê li dijî endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ye.

Herî zêde Awisturyayî Tirkiyeyê naxwazin

Herî zêde welatiyên Awisturyayî li dijî endamtiya Tirkiyeyê ne û herî kêm jî welatiyên Polonyayê li dijî wê ne.

Ji sedî 72ê xelkê Awisturyayê li dijî endamtiya Tirkiyeyê ne.

Ji sedî 26ê xelkê Polonyayê li dijî endamtiya Tirkiyeyê ne.

Yekîtiya Ewropayê dicive

Serokên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê dê rojên şemî û yekşemê li Brukselê bicivin û derbarê destpêkirina pêvajoya endamtiya Ukrayna, Moldova û Gurcistanê biryarê bidin.

Niha 27 welat endamên Yekîtiya Ewropayê ne û tevî Tirkiyeyê 10 welatan jî ji bo endamtiyê serî li Yekîtiya Ewropayê daye.

Komîsyona Ewropayê meha borî pêşniyar kir ku li gel Ukrayna û Moldovayê gotûbêjên endamtiyê bên destpêkirin.

Serokên welatên Yekîtiya Ewropayê dê roja pêncşemê derbarê vê mijarê de biryarê bidin.

Li gorî rapirsiya ECFRê, ji sedî 37ê Ewropiyan piştgiriya endamtiya Ukraynayê dikin û ji sedî 33ê wan jî li dijî endamtiya Ukraynayê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst