LEHIYA LÎBYAYÊ: Li Derneyê hejmara miriyan gihişt 5 hezar û 300î

13-09-2023
Nîşan Lîbya Lehî Derne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li bajarê Derneyê yê li rojhilatê Lîbyayê hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirin gihişt 5 hezar û 300î.

Herwiha bi hezaran kes jî winda ne.

Li gorî nûçeya LANAyê ku ajansa fermî ya Lîbyayê ye, di lehiya ku 10ê Îlonê rabû de hejmara miriyan tenê li bajarê Derneyê gihişt 5 hezar û 300î.

“Bi hezaran kes winda ne”

Mihemed Ebulmuşayê rayedarê Wezareta Karên Navxwe ya Lîbyayê got ku "Hejmara kesên ku li Derneyê wefat kir ji 5 hezar û 300î derbas bû. Ji ber lehiyê bi hezaran kes jî winda ne."

Lehiya li Lîbyayê

Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Ebdulhemîd Dibeyde ji ber kesên ku di lehiyê de mirine, 3 roj şîna neteweyî îlan kiribû.

Konseya Seroktiyê ya Lîbyayê ji bo herêmên ku di lehiyê da zirar dîtiye banga alîkariya navneteweyî kiribû.

Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî doh bi awayê awarte civiyabû û biryar dabû ku ji herêmên lehiyê zirar daye wan re alîkarî bên kirin.

Hatibû gotin ku di nav 40 salî de li herêmên rojhilatê barana herî gur îsal barî.

Bahoza bi navê Danîelê zirar dabû bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Suse û Derneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst