Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku gumanbarê kuştina çalakvan Charlie Kirk hatiye desteserkirin.
Donald Trump ji Fox News a Amerîkayê re axivî û got:
“Bi îhtimaleke mezin me ew kesê ku Kirk kuştiye hatiye desteserkirin.
Her kesî karekî gelekî baş kir.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hûrgiliyên desteserkirinê jî anî ziman:
“Kesekî gelekî nêzîkî wî ew îxbar kiriye.”
Çi bûbû?
Çalakvan û fenomenê torên civakî Charlie Kirk 10ê Îlonê di çalakiyeke li Zanîngeha Utah Valleyê de rastî êrişeke çekdarî hatibû.
Charlie Kirk li eyaleta Utahê ya Amerîkayê bi piştgiriya xwe ya xurt a ji bo Donald Trump dihat naskirin û bi taybetî di nava ciwanan de populer bû.
Kirk dema ku li qadeke vekirî axaftinek dikir bûbû armanca guleyeke ku nehat zanîn ji kû derê hatiye.
Trump piştî êrişê bi demeke kurt li ser hesabê xwe yê Truth Socialê da zanîn ku Kirk miriye.
Di hinek nûçeyên medyaya Amerîkayê de hatibû îdiakirin ku gumanbarek hatiye desteserkirin lê piştî demeke kurt hatibû eşkerekirin ku ew kes ne gumanbarê êrişê ye.



