20 artêşên herî bihêz ên cîhanê hatin eşkerekirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dezgeha Global Firpowerê ya Amerîkayê Artêşên Herî Bihêz ên Cîhanê Amerîka Rûsya Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Global Firpowerê ya Amerîkayê di rapora xwe ya sala 2025an de artêşên herî bihêz ên cîhanê eşkere kirin.

Hêza leşkerî ya welatan, li gorî zêdetirî 60 pîvanên wekî hejmara personelên leşkerî, bûdceya parastinê, hêza hewayî û deryayî, kapasîteya lojîstîkî û serdestiya teknolojîk hatiye nirxandin.

Amerîka di serê lîsteyê de cih girt û Rûsya di rêza duyem de û Çîn jî di rêza sêyem de ye.

Tirkiye di rêza nehemîn de cih digire û wekî "duyemîn artêşa herî xurt a NATOyê" derket pêş.

Di nav 10 artêşên ewil de welatên ku bi hêza xwe ya leşkerî derdikevin pêş wekî Hindistan, Koreya Başûr, Brîtanya, Fransa, Japonya û Îtalya cih digirin.

Ev welat bi bûdceya xwe ya parastinê ya zêde, pêşketina teknolojîk û stratejiyên xwe yên leşkerî yên bihêz rolên girîng di hevsengiyên leşkerî yên cîhanê de dilîzin.

Li gorî rapora 2025an, Fransa û Almanyayê bi xurtkirina hêza xwe ya leşkerî di rêzbendiyê de pêş ketin lê welatên wekî Japonya û Îranê paş ketine.

Îsraîlê jî bi pêşketinên di kapasîteya parastinê de derket jor.

Li gorî lîsteyê 20 welatên ewil ev in:

  • Amerîka
  • Rûsya
  • Çîn
  • Hindistan
  • Koreya Başûr
  • Brîtanya
  • Fransa
  • Japonya
  • Tirkiye
  • Îtalya
  • Brezîlya
  • Pakistan
  • Endonezya
  • Almanya
  • Îsraîl
  • Îran
  • Spanya
  • Awistralya
  • Misir
  • Ukrayna

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst