Ji bo Sûrî û Rojavayê Kurdistanê

11-12-2013
ZEKİ OZMEN
A+ A-

 


Frankfurt (Rûdaw) - Saziya xêrxwazî û mafê mirovan Medico International ku navenda wê li Frankfurtê ye, yek ji saziyên ku alîkariya mirovî rêdike Sûrî û Rojavayê  Kurdistanê ye.


Rêveberên Medico International ji dema şerê li Sûrî qewimî ve dem bi dem serdana Sûrî û Rojavayê Kurdistanê dikin û ji qadê dişopînin ka çi pêdewiyên mirovî hene. Martin Glasenapp ku bi xwe jî bi navê Medico International ji beriya çend mehekî serdana Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kiribû, diyar kir ku ew bi armanca alîkariya mirovî ji destpêka şer û pê de ketine di nava hewldanan de: “Dema şoreşa Sûrî destpêkir, destpêka 2011ê de me têkilî bi sûriyeyiyên di qempên Libnanê de, civaka filistînî ya li wêderê ku têkilî bi Helebê û Şamê re hebûn û bi Kurdan re danî. Bi wî awayî me tevna têkiliyan çêkir.“


Glasenapp derbarê serdanên xwe de jî ev agahdarî dan: “Em gellek caran çûn Tirkiye û ji wir jî Sûrî. Vê havînê ez bi xwe jî çûm. Min herêmên kurdî û Sûriyeya navendî jî dît. Me li herêmên kurdî yên mîna Hesekê û Serêkaniyê hevdîtin pêk anîn û me li wir biryar da bi rêya Desteya Bilind a Kurdî dermanan belav bikin.“  


Li Rojava du projeyên taybet tên destekkirin


Ji bilî projeyên alîkariyên curbicur yên ji bo penaber û mexdûrên şer yên li Sûrî, wargehên penaberan yên wekî li Libnanê, saziya xêrxwaziyê Medîco International li Serêkaniyê alîkariyê dide koma xebata mirovî ya bi navê Hêvî û li Qamişlo jî alîkariya dermanî dike. Koma xebatê ya bi navê Hêvî di dema şerê dijwar ya li Serêkaniyê û derdora wê de ji hêla kesên ji pîşeyên cûda ve hatibû damezirandin. Ev koma xebatê hem bi armanca alîkariya xizanan û hem jî alîkariya birîndaran hatibû avakirin.

Derbarê zehmetiyên rû didin jî Martîn Glasenap got ku ji ber astengî û girtinên sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê de ew bi kêşeyên curbicur re rû bi rû dimînin: “Derbaskirina alîkariyan li ser sînor re bi pirsgirêk e. Em bi şaredarên bajarên kurdan ji bo derbaskirina alîkariyê ya wî alî dikevin di nava têkiliyan de. Şaredarên kurd yên wekî yên Nisêbîn, Mêrdîn û Amedê têkiliyê bi parêzger ango waliyan re didaynin, ji bo wekî mînak alîkarî li ser deriyê Qamişlo re derbas bibe. Lê diyar nabe ka wê kengî, ji bo kê û heta kengî ew sînor werin vekirin. Roja derî were vekirin û destûra derbaskirina alîkariyê were dayin bi xwe, mirov nû tê agahdarkirin. Ji wê yekê di plandanînê de pirsgirêk derdikevi.“

Girtina sînoran dibe sedama bêplaniyê

Digel zehmetiyên rû didin jî Medico Internetional heta niha bi buhayê 330 hezar Euro alîkarî rêkiriye ji kesên ku pêdewiya wan bi alîkariyê heye.

Martin Glasenapp derbarê zehmetiyên li Sûrî û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê ku ew pê re rû bi rû dimînin jî destnîşan dike ku hevkarên wan baş li gel wan kar dikin lê pirsgirêka profesyonelbûnê heye: “Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê xwebirêveberiyeke nû tê avakirin û di warê belavkirina alîkariya profesyonel de tecrûbe pêwist e. Wekî mînak, divê mirov bikarike derînê der ka di kîjan waran de çiqas alîkarî pêwist e. Li gor vê divê herdem plansaziyek were amadekirin. Di vî warî de pêwistî bi pêşketinê û tecrûbê heye.“

Medico International ji bilî piştgiriya ji hêlên fermî, herwiha bi bexşa takekes û dezgehên cuda jî projeyên xwe yên alîkariyê birêve dibe. Martin Glasenapp bal kişand ser wê yekê ku xêrxwaz alîkariya madî bidin saziya wan karê wan hesanîtir dibe: “Berhevkirina derman û pêdewiyên din yên jiyanê li vêderê hem buha ye û hem jî gellek kar jê re pêwist e. Ji ber vê çendê dema xêrxwaz rasterast alîkariya madî bikin, em dikarin hesanîtir û erzantir pêdeviyan li welatên cîran yên wekî Tirkiye peyda bikin û bigihînin mexdûran.“

Alîkariyê dirêkê gellek welatên cîhanê

Medico International di sala 1968ê de hat damezirandin û niha 30 kes wekî karê sereke ji bo vê saziya mafê mirovan û alîkariya mirovî dixebitin. Wê piştî damezirandina xwe karê xwe berfireh kir û ji bilî Rojhilata Navîn, ew alîkariyê rêdike ji kesên mexdûr yên li herêmên cîhanê yên mîna Amerîkaya Latîn, Asya û Afrîka jî.



 


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst