Trump ji Putin xwest ku rageşiyê kêm bike

Duh li 08:28
Nîşan Donald Trump Vladimir Putin Şer Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trumpê ku bû serokê 47an ê Amerîkayê ji Vladimir Putin xwest ku rageşiya li Ukraynayê kêm bike.

Li gorî nûçeya The Washington Postê, Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin 7ê mehê bi rêya telefonê axivîne.

Trump ji Putin re gotiye, “Li Ewropayê gelek leşkerên Amerîkayê hene.”

Trump qala şerê Rûsya û Ukraynayê kiriye û ji Putin xwestiye ku rageşiyê kêm bike.

Li hêla din, rayedarên Ukraynayî derheqê vê hevdîtinê hatine agahdarkirin.

Putin, 7ê Çiriya Paşîn Trump pîroz kiribû û gotibû ku ew ji bo pê re biaxive amade ye.

Trump dema propagandaya hilbijartinê gotibû ku ew dê şerê Rûsya û Ukraynayê “yekser” xelas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst