Fransayê Kurdekî din jî radestî Tirkiyeyê kir

10-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mehmet Kopal Fransa Tirkiye Radestkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fransayê ciwanê Kurd ê bi navê Mehmet Kopal radestî Tirkiyeyê kir. Birêveberiya Ewlehiya Giştî ya Tirkiyeyê ragihand ku Kopal “endamê rêxistinê” ye.

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) jî radestkirina Kopal şermezar kir.

Îro Birêveberiya Ewlehiya Giştî ya Tirkiyeyê (EGM) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku “Mehmet Kopal ê endamê PKK/KCKyê” ji Fransayê anîne Tikiyeyê.

Di daxuyaniyê de Birêveberiya Ewlehiya Giştî ya Tirkiyeyê ragihand ku “endamê rêxistina PKK/KCKyê yê bi navê Mehmet Kopalê ku li ser asta Tirkiyêyê biryara lêgerînê li ser wî hebû, bi hevahengiya EGM û Serokatiya Daîreya Interpol-Europol Serokatiya Daîreya Dijî Terorê û Serokatiya Îstîxbarata Neteweyî di 9ê Nîsanê de ji Fransayê anîne Tirkiyeyê.”

Li aliyê din Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

CDK-Fyê ragihand ku Mehmet Kopal çalakvanek e û ji aliyê Fransayê ve hatiye dersînorkirin.

Herwiha CDK-Fyê got, “Ev radestkirin encama hevkariya Fransa û Tirkiyeyê nîşan dide û li dijî mafên bingehîn ên mirovan e.”

Di meha adarê de jî Fransayê çalakvanê Kurd ê bi nave Firaz Kokrmaz radestî Tirkiyeyê kiribû û li Tirkiyeyê hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst